Jinên di zeviyan de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin

EDENE - Jinên li navçeya Ceyhan a Edeneyê di nava zeviyan de dixebitin diyar kirin ku ew bi kedek erzan dixebitin û heqê keda xwe nagirin.

Bi hatina havînê re demsala karkerên zeviyan jî dest pê kir. Her sal bi sed hezaran karker diçin herêma Çukurova, Ege û Anatoliya Navîn û di nava zeviyan de dixebitin. Karkerên zeviyan ên demsalî ji serê sibê heta êvarî di bin tava germa havînê de dixebitin û kedek mezin didin. Karkerên ku rojê herî kêm 10 saetan dixebitin nikarin heqê keda xwe bistînin. Herî zêde keda jinan tê xwarin û herî zêde jin dixebitin. Jinên li Navçeya Ceyhan a Edeneyê dixebitin diyar kirin ku bi kedek zêde û heqekî erzan dixebitin. Jinên ku rojê 11 saetan dixebitin di nava şert û mercên giran de dixebitin. Jinên ku rojê bi 50 TL yewmîyeyan dixebitin, diyar kirin ku keda wan nayê dîtin. Jina bi navê Sevda Zamir, anî ziman ku ji ber pirsgirêka aborî dest ji dibistanê berda û wiha got: "7 salin ez karê zeviyan dikim. Rojame bi 50 TL ye. Em ji saet 06'.00'an heta 18.00'ê êvarî di nava zeviyan de dixebitin. Ez di zeviya zebeşan de dixebitim. Karê zebeşan bêtir zor û zahmet e. Em naylona ku li ser şitlên zebeşan radikin. Em hesinên stûr ên li pişt naylonan kom dikin. Em hesinan datînin ser milê xwe û li ser pişta xwe bar dikin. "

Jina bi navê Fatma Yildiz jî anî ziman ji ber pirsgirêkên aborî dest ji dibistanê berda û neçar e di nava zeviyan de bixebite. Em kedek mezin didin lê hekê keda xwe nagirin.
Karkera jin Gule Kaya jî anî ziman ku ji saetê 6'ê sibê heta 6'ê êvarî dixebitin û kedek gelem mezin didin û keda wan tê xwarin. Yildiz, anî ziman ku ew karê serayan dikin û hesinên wan û naylona wan kom dike û karekî giran e. Em di nava şert û mercên giran de dixebitin. Lê keda me û mafê me tê xwarin. Ewlehiya jiyana me tune. Em di nava şert û mercên xerab de dixebitin.

Jina bi navê Ayşe Ertaş, jî anî ziman ku di nava şertên xerab de dixebitin û wiha got: "Em her meh û demsal dixebitin."