'Gêrîlaya Bajar' rojnameger Ulrike Meinhof 84 salî ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser mirina rojnameger, şoreşger û bi pênaseya wê “Gêrîlaya Bajar” Ulrike Meinhof re 41 sal derbas bûn.

Ulrike Meinhof di 7’ê Cotmeha 1934’an de li bajarê Oldenburga Almanyayê hat dinê. Di navbera salên 1959-1968’an de rojnamegerî kir. Di sala 1962’yan de cêwikên keç anîn dinê. Di sala 1970’an de Andreas Baader ji girtîgehê revand û herdu bi hevre ligel Gudrun Ensslin tevlî avakarên Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) bûn û xwe wekî “gerîlayên bajar” pênase kirin.

Ulrike di havîna sala 1972’yan de hat girtin û bi hevalên xwe re hat darizandin. Di 9’ê Gulana 1976’an de hêj pêvajoya darizandinê bi dawî ne bûbû, di hucreya xwe de darvekirî hat dîtin. Her çiqas di qeydên fermî de wekî întîxar hatibe derbaskirin jî mirina wê hertim bi şupe ma.

‘DI MEJIYÊ WÊ DE ZIYANEK HEYE JI BER WÊ BÛ ŞERVANA AZADIYÊ’

Bi salan piştî mirina Ulrike derket holê ku ji bo bê lêkolînkirin mejiyê wê hatiye derxistin. Ji aliyê bijîşkan ve hat îdîakirin ku di mejiyê wê de herêma bi ziyan hatiye tesbîtkirin û serokatiya wê ya ji bo rêxistinekê bi gotina ‘di mejiyê wê de ziyan heye ji ber wê mal Û zarokên xwe berdaye û serokatiya rêxistine çekdarî dike’ hat ravekirin.

Li ser daxwaza keça wê Bettina mejiyê Ulrike di sala 2002’yan de li cihê gora wê heye hat definkirin.