QERS - Leyla Aytemîz a di temenekî biçûk te hat zewicandin bang li malbatan kir û wiha got:"Zewaca zarokên biçûk ne çarenûs e. Guherandina çarenûsa zarokên me, di dest me de ye."
Li gor daneyên 2015'an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di zewaca zarokan de Qers li Tirkiyeyê di rêza 2'yemîn de ye. Li Qersê Leyla Aytemîz a ku di temenekî biçûk de hat zewicandin, ji bo 6 zarokên wê jî rastî heman rewşê neyên têdikoşe. Aytemîz (36) a li gundê Olçuluyê rûdinê, bi çêkirina patik, gora, lûfik û stûmalan dixwaze xeyalên zarokê xwe pêk bîne. Aytemîz a ku di 16 saliya xwe de hat zewicandin wiha got:"Ji bo çarenûsa zarokên min neşibe ya min, bi şev û biroj ez dixebitim. Min xeyalên xwe pêk neanîn. Wê zarokên min xeyalên min pêk bînin."
‘MIN JIYANEKE KU HIN KESA LAYIQÊ MIN DÎT JIYA'
Aytemîz diyar kir ku, ew di malbateke xizan de mezin bûye û qet neçûye dibistanê û wiha axivî:"Beriya zewicandinê tekane xeyala min xwendin bû. Lê belê, ji ber em 9 xwişk û bira bûn û rewşa me yî maddî nebaş bû, ez qet neçûm dibistanê. Jiyana ku min dixwest min nejiya. Min jiyaneke ku hin kesa layiqî min dît jiya."
‘MIN GOT NAXWAZIM BIZEWICIM LÊ...'
Aytemîz anî ziman ku, ew bi zora malbata xwe zewiciye û wiha domand:"Tu kesî li biryara min nepirsî. Ez li gor wan zarok bûm û der barê jiyana min de biryarên herî baş wan dida. Min ji diya xwe re got, ez naxwazim bizewicim. Bersiva diya min wiha bû:'Heke tu li dijî biryara apê xwe derkevî, ez şîrê xwe li te helal nakim, li ruyê te nanêrim.' Li hemberî vê bersivê min fêm kir ku, tu girîngiya fikrê min tune ye."
EM BI ZAROKÊN XWE RE MEZIN BÛN
Aytemîz diyar kir ku, ew bi zarokên xwe re mezin bûye û wiha got:"Dema ez û hevjînê xwe zewicîn, em her du jî zarok bûn. Em bi zarokên xwe re mezin bûn. Me bi zarokên xwe re jiyanê fêm kir û wateyek lê bar kir."
‘WÊ ZAROKÊN MIN WEK MIN NEJÎN'
Aytemîz anî ziman ku, ji bo rêligirtin pêşberî zewacên di temenên biçûk de peywira herî zêde dikeve ser milê malbatê û wiha got:"Zewaca zarokan ne çarenûs e. Guherandina çarenûsa zarokên me, di dest me de ye. Ev deh sal e bi karê nexşandinê re têdikoşim. Wê çarenûsa zarokên min bibe çarenûsa min. Wê ew wê jiyana li min hat ferzkirin nejîn." Aytemîz anî ziman ku ew bi sala ye neqişandinê dike û bi vî awayî piştevaniya perwerdehiya zarokên xwe dike û wiha got:"Ji bo zarokên min başti bigihên û perwerdehiyeke baş bibînin, bi keda destê xwe têdikoşim. Di 26 saliya xwe ez fêrî neqişandinê bûm. Bi dahata ku ez bi dest dixim, piştevaniya zarokên xwe dikim. Bila tu jin nebêje 'Ez dikarim çi bikim.' Jin ji tunebûnê diafirîne. Heke ez dikarim bikim, nexwe hemû jin dikarin bikin. Heta jin azad nebe, wê nifşên qenc negihên. Bila mirov ji bîr nekin, yê civak jin in. Jin tune be, civak jî tune ye."