Li dijî zayendperestiyê zimanê alternatîf: Nûçegihaniya Civaka Sivîl

STENBOL - Atolyeya Nûçe ya bi Saziyên Jinan re, ji bo ku saziyên ku navenda wan jin in bikaribin nûçe biafirînin, belav bikin û çapemeniya xwe ava bikin derfetê dide û hewl dide ku li hemberî zimanê zayendperest û cudakar jî zimanekî alternatîf biafirîne.

Nûçegihaniya Civaka Sivîl- Atolyeya Nûçe ya bi Saziyên Jinan re, ji bo ku saziyên jinan bikaribin nûçeyan biafirînin, belav bikin û çapemeniya xwe ava bikin wekî projeyekî civaka sivîl kete jiyanê. Di çarçoveya projeya ku bi havkariya Sivîl Saygalar, Reçel Blog Komeleya Perwerdehiyê û Peştevaniya Namzetên Jin (KA.DER) û Sefareta Sewdê ya Stenbolê kete jiyanê de yekemîn atolyeyên bi navê "Nûçeyên dikarin bên xwendin, parvekirin, ên bi bandor dikare çawa bê nivîsandin", "Em nûçeyên xe çawa dikarin bi awayekî bi bandor bigihînin welatiyan" li Stenbolê di 24'ê mijdarê de pêk hat.

Di pêşerojê de li Amed û Enqereyê jî bi atolyeyên ku dê bê vekirin ve armanc ew e ku rêxistinên civakî yên sivîl ên navenda wan jin in û di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de cih nagirin zimanê wan biafirînin.

JI BO JINAN DERFETÊN GOTINÊ DIDE

Projeya atolyeya nûçe bi tespîtên ku saziyên jin. LGBT, akademîsyen, aktîvîst û pisporan kirine ku ziman û dîmenên ku tên bikaranîn, naveroka wan zayendperest û cudakar in hatiye amadekirin. Atolye di heman demê de ji bo jinan derfetên ku bikarinin gotinên xwe bînin ser ziman dide.

Di atolyeyan de armanc ew e ku jin bikaribin çaqemeniya xwe ava bikin û nûçeyên xwe bikaribin bigihînin.

JI BO TEVLÎBÛNÊ VEKIRÎ YE

Proji ji bo komele, weqf, platfor, tor û însiyatîfên jin û LGBT ên ku dixwazin çapemeniya xwe ava bikin, nûçeyên bi bandor çêbikin, bikaribin bidin xwendin, bandorê bike û bêparvekirin re vekiriye û dikarin li ser navnîşana https://goo.gl/RlAaGc forma serlêdanê tijî bikin û serî lêbidin.

Têkîldarî projeyê em bi kordînatorên Reçel Blog, Sivîl Sayfalar Pinar Gurer, Gîzem Kendîk û Rumeysa Çamlidere re têkîldarî armanc û naveroka projeyê axivîn.

'NÛÇEGIHANIYA DERVEYÎ WEKHEVIYA ZAYENDÎ TÊ REXNEKIRIN'

Ji Kordîatorên Sivîl Sayfalar Pinar Gurer diyar kir ku bi rêxistinên sivîl ên ku xebatên jinan pêk tînin re dixebitin ji bo ku xebatên jinan bibin rojev hewldidin. Gurer ani ziman ku ji bo vê yekê jî Atolyeya Nûçe ya bi Saziyên Jinan re ava kirine, di atolyeyê de bi saziyên jinan re tên cem hev ji bo ku bandorê li biryaran bikin afirandina nûçeyan nîqaş dikin. Gurer got ku armanca wan e we ku rêxistinên jinan ên ku nûçegihaniya çapemeniyê ya derveyî wekheviya zayendî rexne dikin û hêza nûçeyên ku ew diafirînin zêde bikin.

Gurer destnîşan kir ku çapemenî tu caran ji bo civaka sivîl derfetan tam nafirîne û bi vî atolyeyê ve rêxistinên civakî yên sivîl dê bikaribin xwe îfade bikin, di blogê de rêxistinên sivîl dikarin bibin endam û bi vî rengî nûçeyên xwe diweşînin, bername û kampanyayên xwe radigihînin hevdu dişopînin. Gurer da zanîn ku ji ber vê yekê jî armanca rûpelên sivîl cihekî ku rêxistinên sivîl bikaribin xwe îfade bikin e.

DÊ LO BAJARÊN DIN JÎ PÊK BÎNIN


Yek ji kordînatora din a projeyê Gîzem Kendîk jî anî ziman ku piştî atoleyeya nûçeyan a Stenbolê dê li bajarên din jî di beşên cuda yên pisporiyê de bi rêxistinên jinan re dê bên cem hev û bihevre rêbazên afirandina nûçeyên xwe û belavkirina wan nîqaş bikin. Kendîk ev agahî da: "Bi hevkariya rêxistinên sivîl ve em ê têkîldarî xebatên wan dosyayên nûçeyan derxînin. Mînak bi rêxistinekî ve têkîldarî şîdate li hemberî jinê em ê dosyayê çêbikin bi yekî din re jî têkîldarî aboriyê dosyaya nûçeyan çêbikin. Li ser van mijaran nivîsên taybet, hevpeyvîn, kudteyên raporan, wêne çîrokan, vîdeo em ê çêbikin û rêbazên cuda bi kar bînin."

Kordînatora Reçel Blogê Rumeysa Çamliderelî jî anî ziman em bi nûçeyên ku diafirînin ve li dijî têgeha zilam di çapemeniyê de têkoşînê didin.


Necla Demîr - dîhaber