Ji Girtîgeha Xarpêtê: Em 20 jin rastî şidetê hatin

XARPÊT- Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, 20 jinên girtî rastî şideta komeke ku jê re dibêjin "Tîma A"yê hatine.

Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Girtiya bi navê Nazli Songul a ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin, nameyek şand û balê kişand ser binpêkirinên mafan. Songul anî ziman ku, di 9'ê Sibata 2017'an de tevî hevalên xwe Sudan Guven, Yaprak Taşçi, Hayat Akyildiz, Songul Bagatir û Ahiret Turan ji Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine kirin.

Songul di nameya xwe de anî ziman ku "şideta fizîkî li me hat kirin" û ev tişt ragihandin: "Li zindana Tîpa T a Xarpêtê, ji ber em neketin nîzama hejmartinê, di roja duyemîn a hatina me de, em rastî şideta fizîkî û devkî ya Tîma A'yê ku ji 20 kesan pêk tê hatin. Li milê me û hin deverên bedena me morayî çêbûn. Piştî 12 rojan şûn ve rapora tenduristiyê hat stendin. Di raporê de hat gotin ku '0.5 santîm morayî hatiye dîtin.' Lê li gel vê raporê jî dadgehê, doz li leha saziyê biencam kir. Ji ber nebeşdarbûyîna nîzama hejmartinê û ji ber agirê ku me di 21'ê Adarê de vêxist, der barê me de bi daxwaza 3 meh cezayê hevdîtinê û 3 meh jî cezayê pêwendiyê doz hat vekirin. Yanî nêzîkatiyên Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê resmen nêzîkatiyên tecrîdê ne. Li qawîşa me pergala kamerayê ya ku serşok û lawaboyê dibîne hatiye bicihkirin. Ji ber em nasnameyê li ser xwe nagerînin me naşînin revîrê û ne ava sar û ne jî ya germ nadin nexweşan."

'PÊNÛSÊN BOYAXÊ YÊN ZAROKAN TÊN DESTESERKIRIN'

Songul wiha domand:

"Bi tu awayî nahêlin em bi hevalên xwe yên siyasî yên din re hevdîtinê çêbikin. Li gel vê spor û çalakiyên sosyal tune ne. Piraniya eşyayên ku malbatên me dişînin tên desteserkirin. Kantîna derve ya vê girtîgehê tune ye. Li kantîna hundur jî em gelek tiştan nikarin peyde bikin. Kinc û tiştên din ên ji me re tên jî, heke bêyî etîket bin nadin me. Deriyê hewadariyê bi pênaseya 'hilatina rojê û avabûna wê' tê vekirin û girtin. Serê sibehê saet di 7'an de tê vekirin û di 18'an de jî tê girtin. Li qawîşa me ji zarokên 9 mehî heta yên 3 salî hene. Koma temenê van zarokan esas nayê girtin û li gor wê xwarin nayên dayîn. Pênûsên boyaxê yên ku ji derve ji zarokan re tên, bi hinceta 'qedexe' ne dest datînin ser pênûsên kesk û lacîwerd."

Songul der barê binpêkirinên mafan de jî ev tişt ragihandin: "Em ketin greva birçîbûnê ya dorveger a 5 rojan. Me ji bo Wezareta Dadê, Serokwezîrtiyê, Serokatiya meclîsê û Serokomartiyê daxwazaname nivîsandin. Lê belê bi hinceta 'karê û barê me zêde ye' daxwaznameyên me bi şertê ku em ê bi pereyên xwe bişînin îadeyî me hatin kirin. Em rastî gelek muameleyên kêfî tên. Yanî em nizanin em ê dengê xwe ragihînin kê û kuderê. Bi rastî jî li vê saziyê endîşeya me ya ji bo jiyanî heye."

JINA GIRTÎ YA KU XWEST KELEPÇE BÊN VEKIRIN NEHAT TEDAWÎKIRIN

Hevseroka DBP'a Qersê ya berê Şengul Mehmetoglu ya ku di 27'ê Kanûna 2016'an de li Qersê hat girtin, bi riya hevjînê xwe Hayati Mehmetoglu binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Mehmetoglu, ragihand ku ji ber li qawîşan cih tune ye, jinên girtî li erdê radizên, lê belê li gel vê jî qawîşên qelebalix kirine yek û hejmara heyî ya qawîşan nêvî nêvî kirine.

Mehmetoglu, ragihand ku ji ber nerihetiya wê dema hevjîna wê sewqî nexweşxaneyê kirin, hevjîna wî xwestiye kelepçeya di destê wê de bê vekirin, lê belê bijîşkan ev daxwaza wê red kiriye û wê tedawî nekirine. Mehmetoglu wiha axivî: "Ji ber şert û mercên nehîjyenîk ên girtîgehê gelek pirsgirêkên tenduristiyê li hevjîna min peyde bûne. Herî dawî guhê wê îltihab girtibû. Berî biçe revîrê bi çend rojan daxwaznameyê dinivîsîne. Piştî diçe revîrê wê sewqî nexweşxaneyê dikin. Lê belê vê sewqê bi derengî dixin. Dema wê sewqî nexweşxaneyê dikin, ji ber îltihaba guhê wê dixwazin mudaxile bikin. Hevjîna min daxwaza vekirina kelepçeyê dike. Lê bijîşk vê daxwaza wê red dike. Wek bijîşkeke ku sonda Hîpokratê xwariye, vê mudaxileyê nake. Lê divê bijîşk girêdayî sonda xwe bin."

‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ BÛ, LÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ NEBÛN'

Mehmetoglu, diyar kir ku hevjîna wî ragihandiye ku, di meha Sibatê de di bin navê hejmartinê de gardiyanan jinên girtî yên li qawîşa D-6'an tên ragirtin derb kiriye û wiha axivî: "Ji bo şert û mercên girtîgehê bên başkirin, dawî li şideta fizîkî û derûnî bê li qawîşa D-6'an 3 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Greva birçîbûnê bi dawî bû, lê binpêkirinên mafan bi dawî nebûn."