AMED - Xebatkarên çapemeniyê yên bi KHK’ê hatine girtin diyar kirin ku Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê gotina “Em li virin û didomînin” ya berbiçave û wiha gotin: “Em ê destûr nedin ku kesên TV’yên me girtîne me tune bikin. Em dê bi têkoşînê platformê mezin bikin.”
Qedexe, girtin, doz û girtinên li ser çapemeniya azad û muxalif bê navber berdewam dike, jinên rojnameger ên kurd di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de avakirina Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê îlan kirin. Jinên rojnameger ên di nava platforma ku piştevaniyê bingeh digire û hedef dike hemû pêkanînên antîdemokrat ên di pêjavoya OHAL’ê de derxîne holê banga pêşxistina platformê kirin.
‘XWETIN BÊ KAR BIHÊLIN Û ME CEZA BIKIN’
Xebatkara Ozgur Gun TV û pêşkêşvan Durket Suren diyar kir ku îktîdarê hewlda bi bêkar hiştina rojnamegerên kurd û muxalif wan ceza bike û wiha got: “Ev 2 sale di çapemeniya kurd de dixebitim. Di Ozgur Gun TV de min bername pêşkêş dikir. Bi KHK’ê televizyona me hat giritn û em bê kar man. Kesên îktîdar ketin nava bendewariyekê. Fikirîn ku ger ew rojname televizyon û ajansan bigirin rojanmeger dê bê kar bimînin, xwe paşde bidin lê wiha nebû. Ji ber ku rojnamegerên kurd berdewamiya kevneşopiya hezaran salanin.”
‘NÎŞANEYA HÊZA REWA YA JINÊ YE’
Suren, da zanîn ku îktîdar êrîşî saziyên jinan dike, mînaka herî berbiçav jî girtina dengê jinan Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ye û wiha pêde çû: “Hikûmetê xwest ji çapemeniya rastî nîşan da tolê bigire. Sazî û rojnameyên dengê jinê ne giritn. Ev êrîş jî nîşan didin ku hikûmet di nava êrîşek çawa de ye. Lê jinên rojnameger ligel hemû zextan berdewam kirin. Di berdewamiya vê têkoşînê de jî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava kirin. Ev platform nîşaneya hêza rewa ya jinê ye.”
‘YEKETÎ TÊGÎNA HIKÛMETÊ VALE DERXIST’
Suren, destnîşan kir ku yeketiya ku çapemeniya kurd û muxalif ava kir hişt ku têgîna hikûmetê dixwest ava bike vale derxîne û wiha domand: “Yeketiya rojnamegeran li dijî zextan hêzek mezin ava kir. Em ê vê yeketiya hatiye avakirin bi platformê pêş bixin. Wekî jinên bê kar hatine hiştin em li virin, em dixwazin ku hemû jinên di çapemeniya Tirk de dixebitin û rastî zextan tên tevlî vê platformê bibin û em bi hevre di nava têkoşîna hevpar de bin.”
‘JINÊN ROJNAMEGER TÊN ASTENGKIRIN’
Suna Turan ku di Azadî TV ya bi KHK’ê hat girtin de 2 salan xebitî destnîşan kir ku piştî bê kar ma di beşa çapemeniyê ya Odeya Şêwirmediya Malî û Muhasebeya Serbest de dest bi kar kiriye û wiha got: “Piştî bê kar hatim hiştin di dîtina kar de min zehmetî kişandin. 12 salan di beşên cuda yên çapemeniya kurd de xebitîm. Ji meha nîsana 2015’an ve min li Azadî TV dest bi xebatê kir û heta hat girtin di beşa nûçeyan de xebitîm. Piştî bê kar mam min di dîtina kar de zehmetî kişandin. Sedema herî mezin jî di qada çapemeniyê de astnegkirina jinên rojnamegere.”
‘EM Ê DESTÛR NEDIN ME TUNE BIKIN’
Turan bi lêv kir ku têkoşîna jinan bi girtinan nayê tunekirin û wiha axivî: “Di her qadê de me têkoşîna hebûna xwe dida platform jî encam vê ye. Em ê di her qadê de têkoşîna xwe bidomînin. Hêviya me hemûyan vebûna TV’yane. Azadî TV rûmeta me ye. Ji ber vê ji bo em kevneşopiyan bidomînin em ê li qadan bin. Em ê destûr nedin kesên TV’iyên me girtin me tune bikin.”