WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Payîzavayê hat kirin Navenda Jiyanê ya Jinê dewrî KADEM a ku keça Tayyîp Erdogan Alîkarê Serokê komeleyê ye kir.
Piştî ku Hevşaredarên Payîzava ya Wanê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz di 13'ê sibatê de ji kar hatin durxistin, qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Qeyûm Osman Dogramaci ji bo ocaxên tenduristiyê, malên jinan bigirin gelek pêkanîn kiribû.
Dogramaci niha jî NAvenda Jiyanê ya Jinê dewrî Komeleya Demokrasî û Jin (KADEM) a ku keça Serokomar Tayyîp Erdogan, Sumeyye Erdogan alîkariya serokatiyê dike kir.
Hate hînbûn ku Sumeyye Erdogan dê rojên pêş bê Payîzavayê û tevli merasîma vekirinê ya navendê bibe.