Nerazîbûna li dijî xistina wekîltiya Aydoganê: Em ê bi her awayî li ber xwe bidin

AMED - Serokwekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, bertek nîşanî xistina parlementeriya Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan da û dest nîşan kir ku, dê têkoşîna jinan berdewam bike. Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Gulistan Akel jî anî ziman ku jiyana jinê siyaset e û wiha got: "Em ê bi rengên xwe, bi gotinên xwe li ber xwe bidin."

Piştî xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê, parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydoganê jî hat xistin. Siyasetmedar, saziyên civaka sivîl û gel bertek nîşanî vê biryarê dan. Serokwekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, anî ziman ku di siyasetê de jinan muxalefeteke xurt bi rê ve biriye û wiha got: "Jinan bi awayekî hêzdar cihê xwe li rêveberên herêmî, meclîsê û civakê de girtine û xwedî roleke girîng in. Şimşek, anî ziman ku li dijî destkeftiyên jinan ên di qada siyasî, civakî, aborî û qada jiyanê de êrîş çêdibin û wiha axivî: "Bi vî awayî dixwazin van destkeftiyan asteng û tune bikin. Şimşek, dest nîşan kir ku bi pergala hevserokatiyê re jinên ku bûn aktorê siyasetê bûn hedefa îktîdarê û wiha lê zêde kir: "Di her serdemê de Serokomar Erdogan û îktîdara AKP'ê hewl didin ku jinan asteng bikin. Şimşek, dest nîşan kir ku betalkirina parlementeriyê tê wateya astengkirina azadiya jinê û wiha axivî: "AKP têkoşîna jinê qebûl nake. Di girtîgehan de hevserokên me yên jin, parlementerên me yên jin, rêveberên me yên jin hene. Em van berpêbûnan qebûl nakin. Vîneke ku jinan derxistiye holê heye. Li dijî têkoşînê mudaxileyek heye. Lê em vê mudaxileyê, vê êrîşê qebûl nakin. Betalkirina parlementeriyan ne rewa ye. Dê jin li hemberî van êrîşan jî rawestin."

‘PARLEMENTERIYÊ BETALKIRIN, JÎ TU CARÎ TÊKOŞÎN NAQEDE'

Şimşek, dest nîşan kir ku dê jin berxwedana xwe ya li hemberî van polîtîkayên hikûmetê bidomînin û wiha got: "Xwestin mudaxileyî kincên ku jin li xwe dikin, kenîn, hejmara zarokan û siyaseta wan bikin. Yên ku îro tên kirin jî bi vê mebestê tên kirin. Em ê qethiyen mudaxileyên li hemberî vîna jinê qebûl nekin. Dibe ku li meclîsê parlementeriyê betal bikin, lê dê qet nikaribin têkoşîna jinê rawestînin."

AKEL: DIXWAZIN JINAN JI SIYASETÊ DÛR BIXÎNIN

Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Gulistan Akel jî, anî ziman ku ji roja ku AKP bûye îktîdar heta niha, tim wek îktîdareke ku azadiyên jinê asteng dike tê zanîn. Akel, diyar kir ku jin bi siyaseta aktîf re hatine merheleyeke girîng û wiha axivî: "Em ji qeyûmên hatin tayînkirin, ji girtina parlementeran bi êrîşên AKP'ê yên li dijî jinan dizanin. Feraseteke mêrî a ku ji civakîbûna nirxên jinê nerihet e heye. Tiştên li hemberî hevşaredarên jin hatin kirin, girtina parlementeran, betalkirina parlementeriyan hemû hewldanên ku dixwazin jin ji siyasetê dûr bikevin bi xwe ne."

‘EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN'

Akel, dest nîşan kir ku jiyana jinê siyaset e û wiha axivî: "Wek jinan statuya me çi dibe bila be, em li ku dibin bila bin dê têkoşîna me tim bidomîne. Em ê wek dayikeke 70 salî jî û wek ciwaneke 15 salî jî tim li ber xwe bidin. Em bi berxwedanê hatin roja îroyîn. Dê bi betalkirina parlementeriyan, dûrxistina hevşaredaran, tayînkirina qeyûman, girtina jinan û hepsa malan tu encam neyên stendin. Wek jinan em qethiyen van polîtîkayan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, bitêkoşin. Em ê bi rengên xwe, bi gotinên xwe û bi kirinên xwe hebûna xwe nîşan bidin."