EDENE - Li Edeneyê di meha Nîsanê de 5 jin hatin kuştin û jinek jî rastî îstîsmarkirina zayendî hat. Saziyên jinan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku, ji bo astengkirina şidet û cinayetên jinan gavên şênber nehatine avêtin. Jinan anî ziman ku, li ser navê parastina jinan, biryarên ku bêtir jinan mexdûr dikin tên stendin.
Li Tirkiye ji ber polîtîkayên şaş herî zêde jin rastî tundiyê tên û mafê jinan tê binpêkirin. Her roj li Tirkiye jin tên qetilkirin û mafê wan tê desteserkirin. Ji ber biryarên şaş û polîtîkayên îktîdarê her roj kujerên jinan serbest tên berdan û rastî cezayê hindik tên. Li gorî daneyên Bianetê ji rojname û malperên nûçeyan ên înternetê berhev kirin, di nîsanê de 19 jin hatin kuştin. Herî kêm 19 jin rastî îstîsmara zayendî hatin. 16 jin rastî tundiyê hatin. 30 zarok rastî îstismara zayendî hatin. Di nava bajarên ku herî zêde jin rastî tundiyê tên bajarê Edeneyê ye. Li Edeneyê di meha nîsanê de 5 jin hatin kuştin û jinek rastî îstîsmara zayendî hat.
'ZAGON LI ŞÛNA JINAN BIPARÊZIN MEXDÛR DIKIN'
Endama Platforma Jinan a Edeneyê Prz. Sevil Araci Bek, diyar kir ku her diçe kuştin û cînayetên jinan zêdetir dibin û wiha got: "Berê gelek jinên rastî tundiyê hatin sarî li rêyên zagonî dan. Lê tevî ku xwestin bi rêyên zagonî û hiqûqê mafê xwe biparêzin jî mafê wan nehat parastin. Dîsa tuştina jinan berdewam kirin. Jinên ku mafê xwe bi riya zagonî paratin hatin kuştin. Gelek mînakên vê yekê li Edene û Tirkiye hene. Ev jî nîşan dide ku dewlet mafê jinan napêreze. Li gel ku li Tirkiye li ser mafê jinan lêkolîn hat kirin jî tu gavên şênber nehatin avêtin. Li Tirkiye jin ji bo xwe biparêzin serî li gelek rêyan didin. Lê ji bo çareseriyê gavên pir balkêş tên avêtin. Mînak dema jin ji hevserê xwe an jî kesê rastî tundiya wî hatiye bi gilîbe be û dixwaze bê darizandin, ew kes wê ji malê davêje. An jî tundiya li dijî wê zêde dike. An jî bi kesên êrişkar re di heman malê de mahkum dike. Li şûna mêr ceza bike jinê ceza dike û jin bêtir rastî tundiyê tê."
DIVÊ ZAGON TENÊ NE LI SER KAQIZÊ BE
Bek, anî ziman ku rêbazên qedexe zêde pirsgirêkê çareser nake û wiha got: "Divê tedbîrên ku jinê diparêzen û mêr ceza dikin bixin meriyetê. Divê tenê zagon li ser kaxizê nemînin. Divê zagon û hiqûqê têxin meriyetê. Biryarên parastinê tên stendin, lê van biryaran naxin meriyetê. Ji ber ku jin nayên parastin û radestî êrîşkar dikin jin tên kuştin."
'ZAGONÊN Û PEYMANÊN KU ÎMZE KIRINE NAYÊN DÎTIN'
Endama Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê Ozlem Can, jî anî ziman ku di serdema AKP'ê de tundiya li ser jinê qat bi qat zêde bûye. Can, anî ziman ku jin di serdema AKP'ê de wekî çîna duyemîn tên dîtin û mêr bêtir teşwîkî tundiyê tê kirin. Can, destnîşan kir ku zimanê medya, daraz û dewletê bêtir tundiya li ser jinê zêde dike û tundiyê rewa dike. Can, da zanîn ku pergala mêr a serdest her dem serdestiya li ser jinê diparêze û qanûnên ku Tirkiye îmze kiriye nabîne.
Can bilêv kir ku piştî OHAL hat îlankirin di 4 mehên dawî yên 2017'an de 133 ji aliyê mêr ve hatin kuştin û wiha got: "Li vî welatî ji ber dijminantiya li dijî jinê tê zêdekirin jin nikare li kolanan nefes bistîne. Hemû qadên jiyanê ji aliyê mêr ve tê dorpêçkirin. Mêr ji siyaseta AKP'ê hêzê distîne û bêtir mafê kuştin û tundiyê di xwe de dibîne."
Endama Malên Gel Dilara Akgoz jî anî ziman ku ji ber feraset û polîtîkayên hişmendiya serdest a mêr û îktîdarê mêr bêtir mafê tundtiyê di xwe de dibînin û wiha got: "Îro tu zagon û hiqûqa ku mêrê li ser jinê tundiyê dimeşîne, mêrê îstismar dike û jinê qetil dike hêj nehatiye avakirin. Zagonê heyî jî li ber çavan nayê girtin û nakevin meriyetê. Tu zagonên ku rê li pêş kuştinê bigire tune ye. Wezareta Karên Diyanetê dibêje "Bav ger ku li hemberî keça xwe şehvetê hîs bike ne heram e." Ev nêzîkatî û feraset tundiya li ser jinan û kuştina jinan zêde dike."