ANTALYA - Jinên ku ji ber zimanên nêr ê li bazarên semtê nerihet bûn, Bazara Jinê ya Keda Destan ava kirin. Li vê bazarê jin hem tiştên hîn dibin bi hev re parve dikin, hem jî dema qezenc dikin kêfxweş dibin.
Li Bazara Jinê ya Keda Destan a ku li navçeya navendî Konyaalti ya Antalyayê hat avakirin, jin hem ji hev hînî tiştan dibin, hem jî di warê aborî de azadiya xwe bi dest dixin. Berên ku li bazarê tên firotin hemû ji aliyên jinan ve tên hilberandin. Li vê bazara ku berên xwezayî tên firotin, amûrên diyariyê yên ji kevirên falezî tên çêkirin, abajûr û lempeyên ji kundirên avî tên çêkirin, xişir û toqe, rîçal, konserve yên bi berên organîk tên çêkirin û her wiha sabûna organîk û berên destan tên peydekirin.
‘ZIMANÊ NÊRZA YÊ LI BAZARA SEMTÊ EM NERIHET KIRIN'
Seroka Komeleya Tevgera Jinekê Buket Dagli, anî ziman ku zimanê nêrza yên li bazarên semtî ew nerihet kirine û li ser vê yekê ew ketine nav lêgerînan. Dagli, dest nîşan kir ku wan hewl daye ku bîrbiriya "Jin tenê karê malê dikin û zarokan diwelidînin" bişkînin û li ser vê wan pêşî komele ava kiriye. Dagli, ragihand ku paşê wan nîqaşên li ser ew ê çawa keda jinê binirxînin kirine. Dagli, da zanîn ku piştî projeya wan ji aliyê Şaredariya Konyaaltiyê hatiye qebûlkirin, ji bo wan qadeke ku berên xwe berpêş bikin hatiye tesîskirin. Dagli, dest nîşan kir ku paşê wan li wê qada hatiye tesîskirin Bazara Jinê ya Keda Destan vekiriye û li ser standan berên xwe berpêşî welatiyan kirine.
‘BI PIŞTEVANIYA JINÊ EM JI DERHEQÊ HEMÛ ZEHMETIYAN DERKETIN'
Dagli, anî ziman ku di mehên ewil de ew rastî zor û zehmetiyan hatine, lê belê ew bi piştevaniya jinê ji derheqê wan zor û zehmetiyan derketine. Dagli, ragihand ku ew li bazarê bi ruhekî kolektîf dixebitin û wiha axivî: "Carinan jin karên dikin hînî hevdu dikin. Hin jin tiştên ku bi nîk û mekûkê tên çêkirin hîn dibin; hin jin jî hînî abajûrên ku ji kundirên avî tên çêkirin bûn. Yanî li vê bazarê jin hem bi hilberandinê qezenc dikin, hem jî hîn dibin." Dagli, anî ziman ku berên ku ew li bazarê berpêş dikin bi buhayekî zaf erzan difiroşin û wiha got: "Li vir armanc ne qezenckirina pereyekî zêde ye. Armanca sereke ew e ku di nav jinan de xebata kolektîf rûnê. Heke em di vî warî de bi ser kevin, em ê li gelek qadên jiyanê di karên hîn mezintir û xweşiktir de bi ser kevin."
‘KRÎZ BANDORÊ LI ME JÎ KIR'
Dagli, anî ziman ku ew li bendê bûn ku eleqe zêde bibe, lê hîn jî ew eleqeya ku ew li bendê ne tune ye û wiha got: "Ji ber bazar nû hatiye vekirin, di warê ragihandina wê de hin problem hene. Ji bilî vê bandora krîza aborî jî heye. Taliya talî Antalya herêmeke turîzmê ye û heke turîst neyên kes nikare tu karî bike. Di vê atmosferê de heke karê me jî nebaş be, ev tiştekî normal e." Dagli, anî ziman ku ji bo eleqeyek ji bo bazarê çêbibe, di dawiya her hefteyê de ew çalakiyên cuda li dar dixin. Dagli, da zanîn ku hin caran ew bê pere paste û borekan belav dikin û paşê konsertên biçûk ên muzîkê didin. Dagali, anî ziman ku vê hefteyê ew ê bi boneya Roja Dayikan çalakiyan li dar bixin û got, ew li benda her kesî ne.
‘DEMA BERÊN XWE DIFIROŞIM KÊFXWEŞ DIBIM'
Meral Akagunduz a ku li bazarê xişir û toqeyên ku wê sêwirandiye difiroşe, got ku bazar hîn nû ye. Akagunduz, anî ziman ku li Tirkiyeyê bazarên ku jin bi rê ve dibin zaf hindik in û wiha axivî: "Me bi xwe ev bazar ava kir û şaredarî jî piştevaniya me kir." Akagunduz, diyar kir ku hilberîniya li bazarê cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: "Dema ez berên ku hildiberînim difiroşim, zaf kêfxweş dibim."
Neşe Şen a ku li standa xwe êlek, papik û pitikên potikî yên ku ew bi xwe çêdike difiroşe, got ku mirov bi eleqeyî li berên ku ew çêdikin dinihêrin. Şen, anî ziman ku bi taybetî jî turîst bi heyranî nêzî pitikên ku ew bi destan çêdikin dibin.