STENBOL - Cînayetên jinan her diçe zêdetir dibin. Zilaman di 4 mehên 2017’an de 132 jin qetil kirin. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm, diyar kir ku dibe ev ax kirine welatê jinên mirî û wiha got: "Lê ji bîr nekin! Ev welat ne tenê welatê jinên kuşti, heman demê welatê jinên berxwedan û berxwedêr in.”
Ji ber OHAL’a ku zilaman bihêz dike şîdet û cînayetên li dijî jinan jî her roja diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê yên sala 2017’an de 132 jin hatin qetilkirin. 75 jin rastî şîdeta zayendî û 144 zarok jî rastî îstîsmarê hatin.
DI 4 MEHAN DE 132 JIN HATIN QETILKIRIN
Di meha Çileya 2017’an de 37 jin hatin qetilkirin, 34 zarok rastî îstîsmarê hatin û 14 jin rastî şîdeta zayendî hatin. Cînayetên jinan herî zêde li Îzmîr, Stenbol, Balikesîr, Trabzon, Riha, Gîresun û Kocaelî pêk hatin. Di meha Sibatê de 30 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Yek jê astengdar 14 zarok rastî îstîsmarê hartin. 19 jin jî rastî şîdeta zayendî hatin. Di vê nehê de 3 jinên di bin parastina dewletê de hatin qetilkirin.
Di meha Adarê de 35 jin hatin qetilkirin, 63 zarok rastî îstîsmarê û 14 jin rastî şîdeta zayendî hatin. Di meha Adarê de herî zêde jin li Stenbol, Bursa, Dîlok, Meletî û Hatayê hatin qetilkirin. Dîsan di vê mehê de 29 zarok bê dayîk man. Di meha Nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin. 33 zarok rastî îstîsmarê 28 jin jî rastî şîdeta zayendî hatin. Di vê mehê de herî zêde li Stenbol, Edene û Bursayê jin hatin qetilkirin û 17 zarok bê dayîk man.
HER SAL CÎNAYETÊN JINAN ZÊDE DIBIN
Dema li daneyan tê nêrîn cînayetên jinan bê navber zêdetir dibin. Di sala 2013’yan de 237 jin, 2014’an 294, 2015’an 303, 2016’an 328, ji aliyê zilamên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin û di 4 mehên destpêkê yên 2017’an de jî 132 jin hatin qetilkirin.
‘EV WELAT WELATÊ JINÊN BERXWEDÊRIN’
Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm, zêdebûna cînayetên jinan nirxand. Ataselîm, diyar kir ku bi vê lezê fikirîna dê di 2017’an de çend jin bên qetilkirin mirov şaşwaz dike û wiha got: “Dema em li salan dinêrin ev zêdebûn ji ber jin her sal bêhtir azadiyê dixwazin, derbarê jiyana xwe de bi xwe biryara dayînê ye û ji ber li şûna polîtîkayên jinan biparêzin dijinatiya li dijî jinan tê kirine.”
Ataselîm, da zanîn ku serdestiya zilam û nûnerê wê îktîdar dê li dijî destkeftiyên jinan pes neke û wiha axivî: “Em ê jî li berxwe bidin. Dibe ku ev ax vegerandibin welatê jinên mirî. Lê ji bîr nekin ne tenê jinên mirî ev welatê jinên dema li berxwedan hatin qetilkirin û jinên berxwedêrin.”