Jinên HDP’î: Em di ferqa talûkeyê dene, li vîna xwe xwedî derdikevin

AMED - Meclisa Jinan a bajarê Amedê ya HDP'ê, têkildarî êrîşên di demên dawî de li dijî jinan pêş dikevin daxuyanî dan û diyar kirin ku AKP bi hemû êza xwe êrîşî jinan dike û wiha got: "Em di ferqa talûkeyê de ne. Em li vîna xwe xwedî derdikevin.

Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê ya HDP'ê, der barê êrîşên dawî yên li dijî jinan pêş dikevin li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Jinan di civînêde pankarta “Siyaseta jinan nayê astengkirin, têkoşina jinan nayê astengkirin" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer daxuyanî xwend û bal kişand ser têkoşîna jinan. Ozer, diyar kir ku jina kurd di 8'ê Adarê, Newroz û referandumê d8e li Tirkiye û bajarên herêmê hêz û vînek gelek xurt derxistiye holê û wiha got: "Jinan bi tekoşîna xwe muhalefetek mezin a civakî pêş xist. Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe bû hêza herî mezin a muxalif. Bû deng û hêza kolanan. Yên ku me tune dihesibînin em dibêjin em hene û em li vir in. Em dost û dijmin re dibêjin hûn nikarin me nebînin. Em hêz û vîna civakêne. Em di nava civakê de xwedî gotin in. Hûn bêyî me nikarin biryaran bigirin.

Îktîdara AKP'ê bû kuye hestiyê feraseta mêr û zordestiyê êrîşî vîn û keda jinê dike. Êrîşî nasnameya jinê ya siyasî, çandî dike, êrîşî beden, dîrok, hiş, azadî û rêxistinbûna wê dike. Ji ber ku ew qas ditirse êrîş dike. Dixwazin bi van êrîşan jinan bikin kole û hişmendiya mêr serdest bike.

Ozer, anî ziman ku di şexsa Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de tê xweztin ku hemû jinan ji siyasetê dûr bixe û wiha got: "“Figen Yuksekdag hem di nava HDP’ê de û hem jî di qada têkoşîna jinê de ji bo parastina mafê jinê têkoşinek mezn daye. Bi coş û werekiya xwe bêtir hêz daye têkoşînê. Bi piştgiriya daye Şoreşa Jinê ya Rojava bûye hevrê û dosta me. Bi tekoşîna jinêya şoreşger û sosyalîst a tirkiye d navbera têkoşîna jinên Kurdistan û Tirkiye de bûye pir. Ew nirxê hevpar ê têkoşîna me ye. Hûn nikarin bi girtina wekîl, hevserok û hevşaredaran bajar bi bajar, navçe bi navçe bigirin û vîna wan tune bikin. Bersîva me ya li diji merê tazî em dê her yek bibin Figenek, Nurselek û Besimeyek û derkevin pêşberî we."

Hevseroka DBP'ê Ruken Akça jî diyar kir ku bi van êrişan dixwazin vîna jinê tune bikin û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku li têkoşîna jinan xwedî derkevin û têkoşîna jinan bêtir xurt bikin. Daxuyanî bi silogana “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.