Lêgerîna jinê ya heqîqetê: Jineolojî

AMED - Jineolojî ku zanistiya jiyana jinê lêkolîn dike û ronî dike, heta niha îmze avêt gelek xebatên girîng. Endama Kargeriya Jineolojiyê ya Amedê Hevî Nimet Gatar, diyar kir ku bi Jineolojiyê li dîrok û heqîqeta jinê ya hatiye windakirin digerin û lekolîn dikin. Gatar, anî ziman ku jin dîsa li cewherê xwe vedigere û êdî ev heqîqet nayê windakirin û tunekirin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parasnameya xwe ya 2008’an a bi navê “Civakibûna Azatiyê" de li ser zanistiya Jinê Jineolojiya kurd rawestiya. Li ser vê yekê xebat û lêkolînên li ser zanistî û zanyariya jiyana jinê dest pêkir û her ku diçe mezin dibe. Jinan di bin baneyê Jîneolojiyê de dest bi xebatên lêgerina heqîqeta jine, çareseriya pirsgirêkên jinê û huner û serkeftinên jinê kirin. Jinan bi temboleyek bilind lêgerîna heqiqeta jinê mezin kirin. Jîneoloji, li ser dîroka jinê ya hatiye windakirin, civakbûyina jinê, siyasîbûna jinê, tevlêbûna jinê ya qada aborî û têkiliyên jinan, jin û perwerde, jin û ekolojî, jin û etîk û estetîk gelek xalên din lêkolîn kir û lêkolîn dike. Jîneolojî li Amedê dest bi xebatê kir û li Stenbol, Îzmir, Wan, Eneqere û gelek bajarên din rastî eleqeyek mezin hat. Jineolojî niha li gelek bajar û navçeyan rastî eleqeyek mezin tê û bi gelek jinan re tên cem hev. Jinan bi saruwena wan a 8 hezar salan re digîne hev. Jineolojî li ser vê xebatê kovar, pirtûkan ça dike û xebatên konferans û atolyeyan pêk tine. Heta niha îmze avêt gelek xebatan. Der barê xebaten Jineolojiyê de Endama Kargeriya Jineolojiyê ya Amedê Hevî Nimet Gatar, diyar kir ku bi Jineolojiyê li dîrok û heqîqeta jinê ya hatiye windakirin digerin û lekolîn dikin. Gatar, anî ziman ku jin dîsa li cewherê xwe vedigere û êdî ev heqîqet nayê windakirin û tunekirin.

‘ZANISTIYA JINÊ MEZIN DIBE

Gatar, anî ziman ku jineooljî ya dîroka 8 salan a jiyan û zanistiya jinê leklîn dike, feraseta zanistiya civaki ya niha rexne dike û ji nûve dîroka jiyana jinê digire dest. Gatar, anî ziman ku êdî jin dikarin arkeolojiya xwe bikin û wiha got: "Hemû hişmendiya patriarkal (baviksalarî) ku jiyana jine dagir kiriye ji nûve lêkolîn dike û ji nûve rastiya wê radixe pêş çavan. Xebatên jinan ên li ser Jineolojiyê pir kûr û ciddî ne. Niha li Tirkiye û herême gelek kargeriyên Jineolojiyê hatine avakirin. Jin di van kargeriyan de zanyariya jinê lekolîn dikin. Êdî bûye şaxek zanistiyê.

‘JIN DÎROKA XWE WA WINDA LÊKOLÎN DIKIN'

Gatar, ani ziman ku armanca sereke ya Jineolojiyê dîroka hebûna xwe lêkolîn bike û hemû feraseta mêr a jiyana jinê dagir kiriye venêre û ji nava jiyana xwe paqij bike. Gatar, wiha got: "Ev zanistî armanc dike ku hemû kalib û feraseten mêr hilweşîne û pirsa "Jin kîye? Ji aliyê kê ve çawa hatiye pênasekirin? Rastî kîjan cureyên tundiyê tê? Dêpirsgirêka xweya azadiyê û serdestiya ku çavkaniya xwe ji îktîdare digire çawa çareser bike? Bi riya Jineolojiyê li birdozî û rêbazen çareseriyê digere Hewl dide ku feraseta mêr ew çawa bi teşeke kiriye û çawa pênase kiriye û wateyek çawa daye lêkolîn bike û pirsgirêkê li ser esasê rast çareser bike. Ji ber vê yekê pêdivî bi zanistiya jinê û arkeolojiya xwe heye. Jinan pevajoya çewistandin û zextên li ser xwe û diroka 5 hezar salan ji bîr kiriye. Divê ji nûve bê ronîkirin."

JINEOLOJÎ: BERXWEDAN, MANÎFESTO, HEBÛNA JINÊ YE

Gatar, ani ziman ku dema dibêjin Jineoloji, hemû polîtîka û kalibên serdestiya mêr ji nûve analîz dikin venêrtina wê dikin û wiha got: "Em jineolojiyê wekî avakirina pêşeroja jinê, berxwedan û raperîna jinê û manifestoya jinê pênase dikin. Jineolojî lêpirsîna arkeolojiya jinê ye. Ji ber ku divê jinek dîroka hebûna xwe nas bike û zanibe. Divê jin li cewherê xwe û rasiya xwe vegere. Bi rastiya xwe re bibe yek û ji nûve xwe ava bike."

HEQÎQET NAYÊ REŞKIRIN'

Gatar, ani ziman ku piştî civakên xwedî dewlet hat avakirin û feraseta dewletê serdest bû êdî hebûna jinê ya di qada civakî de her ku çu lawaz bû û êdî hebûna jinê ya dinava civakê de nayê xuyakirin. Di nokteya ku jin tesîlîmî xwezayê bû de bi paradîgmaya ekolojist, demokratik û azadiya jinê civak ava kiriye. Li aliyekê jinê civak ava kiriye û afirandiye, lê li aliyê din jin ji van nirxên xwe yên avakirinê hatiye dûrxistin. Îktîdarê zanistî destê xwe de girtiye û jin ji rastiya wê dûr xistiye. Îktidarê bi zanebûnê serdestiya xwe pêş xistiye. Ji ber vê yekê Jineolojî jinê bi heqîqet û rastiya wê re digîne hev û armanc dike ku disa li cewherê wê vegerîne."

Gatar, herî dawî da zanîn ku jin bi van kargeriyan dîrok û heqîqeta xwe lêkolîn dikin û rastiya xwe dibînin û li ser wê rastiye pirsgirêkên xwe çareser dikin xwe bi rêxistin û hêz dikin û peşeroja xwe ji nûve ava dikin û wiha bi dawi kir: "Jin di van kargeriyan de hebûna xwe lêkolîn dikin. Ji nûve xwe vedikolin û li cewhere xwe vedigerin. Ji bo dîsa bibin xwe û xwebûna xwe xurt bikin niqaş dikin û çareseriye pêş dixin.