Masîvan û cotkara Karadûvarê, xwişka Zehra

MÊRSÎN - Li Mêrsînê, Zehra Sayar a ku biroj li ser erd dixebite û êvarî jî masiyan zevt dike anî ziman ku divê her jin li ser piyê xwe bisekine.

Li bajaroka Karadûvar a navçeya Akdenîza Mêrsînê, jina bi navê Zehra Sayar şitlên firingiyan datîne û bi van şitlan debara xwe dike. Sayar, li gel vî karê xwe êvarî jî masîvaniyê dike. Sayar a ku li bajaroka Karadûvarê tekane masîvana jin e, êvaran tevî hevjînê xwe masiyan zevt dike. Sayar, dest nîşan kir ku divê jin aboriya xwe bi dest bixin û li ser piyên xwe bisekinin.

‘WEK MASÎVAN TÊM NASÎN'

Dayika 2 zarokan Sayar, serê sibehê zû diçe nav erd. 26 sal in li navçeya Karadûvarê hem masîvaniyê hem jî cotkariyê dike. Sayar wiha got: "Li Karadûvarê mirov havîn û zivistanan tim cotkarî û masîvaniyê dikin. Li vir tenê ez ji ax û behrê fêm dikim. 26 sal in vî karî dikim." Sayar, anî ziman ku hevjînê wê masîvan e û ji ber vê ew jî her roj diçe îskeleyê û alîkariya wî dike. Sayar, anî ziman li Karadûvarê tekane masîvana jin ew e.

'DIVÊ JIN HER KARÎ BIKIN'

Sayar, da zanîn ku li nav erdê xwe ew herî zêde şitlên firingiyan datîne. Sayar, diyar kir ku ew karê şitlan li ser sîparîşan dike û ew şitlan baq bi baq difiroşe. Sayar, got ku baqa şitlan bi lîreyekê ye û rojê bi nêvengî ew 3-4 hezar baq şitil çêdikin. Sayar wiha got: "Divê jin xwe bi xwe çavkaniya xwe ya aboriyê peyda bikin. An jî divê bixwînin. Ez ji keça xwe re jî dibêjim. Tu bi xwe pereyê xwe qezenc bike. Dibêjim, divê tu li ser piyên xwe bisekinî. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin." Sayar, dest nîşan kir ku jin dikarin her pîşeyî bikin û wiha axivî: "Heke jin cotkariyê nekin, bawer bikin dê mêr vî karî nekin. Digotin jin nikarin 'masîvaniyê' jî bikin. Lê ez dikim. Çi kar dibe bila be, heke ked bê dayîn dê beramberiya wê bê stendin. Ez jî beramberiya keda xwe distînim."