'Zimanê medya yê der barê jinan de rêya qatilan vedike'

NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtora cinsomedya.org Aspurçe Gizem Kilinç, der barê rola medya, zimanê medya yê têkildarî jinê de axivî û got: "Divê em nûçeyên rûpela 3'an biçûk nebînin. Em raste rast muxatabê wê rûpelê ne. Ev nûçe rêya qatîlan vedike û ev ziman şirîkê sûc e. "

Li gorî îstatîstîkan rojê herî kêm 5 jin tên qetilkirin. Dîsa her roj zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Medya Tirkiyeyê ya serdest nûçeyên têkildarî jinê bi "Rûpela 3'yemîn" sînordar kiriye. Di vê rûpelê dejî zêdetir li ser kuştina jinan û şeklê kuştina wan radiwestin. Di hemû nûçeyên tundiya ku mêr li ser jinê dimeşîne bi ser navên wekî "Hevsera xwe ya da bi têlê fetisand û kuşt", "Jina xwe ha berda çakuç li serî xist û berda. "Evîna qedexe bi mirinê bi dawî bû.", "Di otobusê de organên zayendî nîşan dide û tacîz kir" "Dest dirêjî jina 22 salî kir û serê wê jêkir" bi van sernavan bêtir rê li pêş tundiyê û rêbaza tundiyê vedike.

Der barê zimanê zayendîparêz û zimanê ku di nûçeyan de derdixin pêş, malpera CînsoMedya hewl dide ku xwînerê xwe li dijî malperên medyaya zayendîparêz hişyar bike û li dijî vî zimanî bi rêxistin û zane bike. Edîtorê malpera cinsomedya.org Aspurçe Gizem Kilinç, bal kişand ser rol û rista medya zayendîparêz a di zêdekirina tundiyê de û çareseriyê.

Gizem, Kilinç, der barê nivîsandina zimanê medya de axivî û wiha got: "Di cînayetên jinan, nûçeyên îstîsmarê de divê bêyî ku mexdûr bê teşhîrkirin û deqkirin bê nivîsandin. Divê wêneyên mexdûran neyê weşandin. Mînak sernavê “Ji Evîna Qedexe şoka cînayetê" raste rast qatil mezin dike û mexdûr sucdar dike. Divê ziman serbixwe û bê alî be. Divê wekî sûcê tundiyê bê destgirtin. Heta ku medya zimanê tundiyê binivîse dê tundî zêde bibe. Wekî ku tiştê tê serê jinê heq e nîşan dide. Hûn dikarin sernavê “Nûçeya cînayetê jinan çawa nayê çêkirin" jî di malpera (http://www.cinsomedya.org/kadin-cinayeti-haberi-nasil-yapilmaz-101/) de bişopînin. "

Gizem Kilinç, da zanîn ku divê medya cih nede detayên ku zêde qatil teşwîkî tundiyê dike û wiha got: "Nûçe ji bo xwîner bi mexdûr re têkeve şêwirê tê dayîn. Ne ji bo bi qatil re. Kuştinê û sedema kuştinê pir bi detay didin û bi vî rengî sedema kuştinê rewa didin nîşandan. Her ku detay lê tê zêdekirin dibe mijara magazinê. Mirov wê demê wekî magazîn dixwînin. Wekî fîgura roman/dizi tê dayîn. "

Kilinç da zanin ku sernavên wekî “Hevserê wê di seyahata kar de bû", “Tevî hevserê xwe hat kuştin" bêtir xîtabî guh dikin. Ev tarza nûçeyan û sernavan bêtir li şûna yên hatine kuştin biparêzin, yên kuştî diparêzin û heq didin kujer. Bêtir şirîkên sûc zêde dikin. Kuştinê rewa dikin. Tenê ne ji bo wî cinayetê wê demê, piştî cînayetên ku bên kirin jî bi seden hincet û rê nîşan dide. Rê nîşanî mêrên kujer dide. Ew nûçeyên rûpela sêyemîn ku em biçûk dibînin em raste rast muxatabê hemû nûçeyan in. Ji bo mêran hişmendiyekê ava dike. Îro zilamê ji tundiyê dûr jî dibêjin "Binerin ez tiştekî wisa nakim û xwe pak derdixe. Sankî wekî ku tiştekî divê bê kirin nîşan didin. Em niha bi medya ku kuştin û tundiyê rewa nşan dide û baviksalarî re têdikoşin."

Kilinç, anî ziman ku kesên vî zimanê tundiyê bikar tinin û rewa nîşan didin ji feraseta mêr a baviksalarî xwe rizgar nekirine û wiha got: "Rê li pêş jina nûçegihan tê girtin. Dema nûçeyê bi zimanê jinê didin jî wekî makyaj, kiras û magazin diniîsin. Xwediyê medya yên mêr û zayendîparêz, destûr nadin ku bi jinê kedkar re têkevin şêwirmendiyê. Edîtor û nivîskar tu carî di aliyê derûnî de bi mexdûran re empatî danînin. Zêdetir mêr nûçeyê saz dikin û dihûnuin. Ji ber vê yekê zêdetir bi tundîparêz re empatî datînin. Divê di zimanê nûçeyan de nijadperestî, zayendîperestî, kevneperestî, olperestî, zimanperestî tune be. Dîsa divê bi tu awayî sedema kuştinê rewa û asayî nîşan nede. Divê bi pênasekirin û şeklên kuştinê, kuştin u tundiyê tiştekî asayî nede nîşan. Ev ziman tundî û rêbazên tundiyê asayî dike û rê li pêş rêbazên nû yên tundiyê vedike. Pênasekirin û şeklê kuştin û tundiyê bêtir rê li pêş kuştinên nû û tundiya nû vedike. Divê tu carî pesnê vê yekê neyê dayîn û wekî tiştekî asayî û rewa neyê nîşandan.

Kilinç, da zanîn ku ger rojnameyên bi milyonan tîiraja wê hene, nûçeyên erênî yên jinan çêbike, qatil û kesên şîdetê pêk tînin bixe binê erdê, dê empatiya berovajî di mejiyan de çêbibe û wiha got: “Ger cînayet ne wekî nûçeyên magazînê wekî cînayetan bên dayîn; ne bi kesê kujer bi yê hatiye kuştin re empatî bê danîn û ev bê kirin dê ne benivîsa ku em ji kesekê re dişinin. Çapemenî amûreke ku dikare xwe bigihîne girseyek mezine. Amûrek k udi heman demê de digihişe ciwan û kalên civakê. Dê şîdet kêm bibe. Ji ber rojname TV, mekanizmaya erêkirina civakê pêk tîne. Derizînin di mekanizmaya civakê de ger ji pergala dadê piştgirî bigire dê bandorê li ser kêmbûna şîdetê bike.”

Kilinç, li ser pirsa gelo di nûçeyên şîdeta li dijî jinê de pergalên CinsoMedya yan jî erktolia yên ku zimanê zayendî deşîfre dikin bandorê li ser kêmbûna şîdetê dike yan na bersiva: “Mixabin nakin. Erktolia hewldanek ku li ser çalakiyan hatiye avakirine û mekanîzmayeke ku dema em bertek nîşan didin paşde gav diavêje ye. Mixabin hêjî me di mijara şîdetê de gav pê nedaye avêtin. Hêzek me ya wiha tuneye. Ji ber ku em ji aliyê kesên xwedî hişmediyekê ve tên şopandin. Mînak; ligel berteka me ji bo zarokên Ensar û Êlihê dan jî li dijî hebûna tacawîzkaran hêzek me ya kirine tune ye. Piştgiriya me kême. Em nikarin wekî çapemeniya alîgir bandorê li ser girseyek mezin bikin. Girseya em digihijînê ji vê hişmediyê dur nîne. Tişta herî girîng a em dikarin bikin em kirinên kesan didin nîşandan. Ji ber wê aşkerakirin girînge. Di kêmkirina şîdetê de na di bikaranîna zimanê şîdetê de alîkariya me çêdibe. Li pêşberî jinên tevlî dozên cînayetên jinan dibin ya me ne tişteke. Li pêşberî jinên ku dibezin doza mafên bingehîn ez me girîng nabînim.”

Kiliç, bi lêv kir di nûçeyên şîdeta li ser jinê de kêmkirina zimanê zilam bi bûna dengê jinan dikare bê pêkanîn û wiha axivî: “Wekî em bûn dengê Çîlem. Divê em destê wan jinan bigirin û wekî kabûsekê bikevin ser serê pergala dadê. Hêjî nizamin em çawa li malên xwe din ava hizûrê de radikevin. Hindî leşkerên di şerde dimirin jin jî ji ber şîdeta nava malê dimirin. Lê em birihetî dirûnin. Xwezî em nerûnin. Em çiqas nûçeyên zayendî, homofobîk, transfobîk, dîzî, reklaman çêbikin em dikarin rayek giştî ava bikin. Em ne bi tenê ne. Em bi hevre bihêzin. Hebûn, hene û dê hebin… em ji jinên di çapemeniyê de dixebitin li benda peyamên ku ji tiştên dijîn ên wekî cudakarî û zayendiya hîs dikinin. Em çiqas wan bihêz bikin wan bi tenê nehêlin dê hêviya me ya ji çapemeniyê ew qas mezin be. Divê em bibin dengê kedkarên jin ên çapemeniyê.”

Zuhal Atlan - dihaber