ANTALYA - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimînin, diyar kirin ku bi êrîşên gardiyanan re rû bi rû ne û banga hestiyariyê kirin.
Zext û êrîşên li dijî jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê didomin. Malbatên girtiyan ên çûn hevdîtinê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de agahî dan. Malbatan diyar kirin ku girtî rastî zextên sistematik ên îdareya girtîgehê tên û jinên girtî bi êrîşên gardiyanan re rû bi rû ne.
LI DIJÎ JINÊN GIRTÎ HEWLDANA ÊRÎŞÊ
Malbatan tiştên girityan gotine wiha ragihandin: “Girtiyan ji me re got ‘bi riya gardiyanên bi navê Buşra û Hacer ku kawişên me kontrol dikin, li kawişan li ser me provokasyonên îdeolojîk didin meşandin. Tenê rojnameya Cumhuriyetê didin me. Ew jî rojnameyên ku rojên wan serde çûyîne. Pirtûkekê jî nadin. Girtiyên nexweş dernaxînin revîrê. Ligel ku nexweş sewqî nexweşxaneyê tên kirin jî wan nabin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin’.”
Malbatan, dan zanîn ku ligel girtiyê edlî yê bi navê Abdulkadîr Yakut astengdare jî darê ku jêre bibe alîkar nadin, Yakut di meşe de zehmetiyan dikişîne, li gel ku ji mehekê zêdetire rewş ji îdarê re hatiye gotin jî tu gav ne hatiye avêtin û xwestin zext û êrîşên li ser girtiyan bi dawî bibin.