AMED - TJA'yê di daxuyaniya ji bo Mujgan Ekîn a ku 41 roj in jê agahî nayê girtin da de pirsa "Mujgan Ekîn li kû ye" kir û banga bihistiyariyê li rêxistinên jinan ê raya giştî kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Mujgan Ekîn a li semta Batikentê ya Enqereyê di 24'ê cotehê de hat binçavkirin û 41 roj in jê agahî tuneye daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de TJA'yê bal kişand li ser binçavkirin û windakirinên wekî salên 90'an û hate gotin ku ligel serlêdanên malbatê jî jê agahî nayê girtin.
TJA'yê daxuyand ku di bin çavan de şîdeta li hemberî jinan derketiye asta herî jor û wiha hat gotin: "Wekî Tevgera Jinên Azad em dixwazin Mujgan Ekîn li kû ye û rewşa wê çi ye bê aşkerakirin. Em banga bihistiyariyê li hemû rêxistinên jinan û raya giştî dikin."