'Divê tu jin zewaca duyemîn qebûl nekin'

AMED- Dilber Barut, ji ber ku zewaca duyemîn a hevjînê xwe qebûl nekir 5 salan rastî şidetê hat. Barut, li hemberî çewisandina mêr û civakê derket û ji bo li ser piyên xwe bisekine nanê sêlê çêdike û debara xwe dike.

Dilber Barut (32) a ku li Amedê çêbû û mezin bû, di 25 saliya xwe de zewicî û tam 5 salan rastî şideta hevjînê xwe hat. Ji ber ku Barut zewaca duyemîn a hevjînê xwe qebûl nekir û ji ber şideta sîstematîk salek berê dev ji hevjînê xwe berda û niha ji bo debara xwe bike nanê sêlê çêdike.

Piştî ku Barut dev ji hevjînê xwe berda, di warê aborî de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Ji ber ku dev ji hevjînê xwe berdaye, gelek serlêdanên wê yên ji bo kar bê encam diman. Li ser vê Barut biryar da ku ew xwe bi xwe karê xwe bike û taliya talî bi alîkariya hevaleke xwe ya jin li Qada Deriyê Çiyê dezgeh vekir û li ser vî dezgehî nanê sêlê çêdike.

‘AZADIYA JINÊ NE GIRÊDAYÎ MÊR E'

Barut, ku bi çêkriina naê-nês êlê debara xwe dike, anî ziman ku li gel hemû çewisandinan jî ew bûye xwediyê karê xwe û ji ber vê zaf bextewar e. Barut wiha axivî: "Min biryara da ku ez nanê sêlê ku kurd zaf jê hez dikin çêbikim. Ji ber xwediyê karê xwe me, zaf biheycan û bextewar im. Muhtacî tu kesî nabim. Li zarokên xwe dinihêrim, li ser piyan disekinim. Heke jin bixwazin dikarin ji derheqê gelek tiştan derkevin. Jinek bêyî mêr jî dikare bijî."

‘BI HEMÛ HÊZA XWE LI DIJÎ ÇEWISANDINAN DERKETIM'

Barut, dest nîşan kir ku biryara devjêberdanê li ser jinê dibe sedema çewisandineke civakiyî, lê belê wê li hemberî vê serî netewandiye û azadiya xwe ya aborî bi dest xistiye. Barut wiha got: "Di nezda civakê de çi bê serê jinê bila bê, qet ne girîng e. Bîrbiriyeke ku ten jin ji bo zarok û hevjînê xwe dijî. Min nikaribû van tiştan qebûl bike. Bi hemû hêza xwe li dijî vê çewisandina civakê û mêr derketim û min hewl da li ser piyê xwe bisekinim. Tu jin ne mecbûr re ku di bin şidet û nîrê mêr de bijî."

‘DIVÊ JIN PIŞTEVANIYA HEVDU BIKIN'

Barut wiha bang li jinan kir: "Bi hezaran jinên ku rewşa wan wek ya min e hene. Ne mecbûr in ku vê jiyanê bijîn. Divê li hemberî çewisandina civak û mêr em piştevaniya hevdu bikin."