KJAR: Atena Dayêmî zêdeyî 2 mehin di grevê de ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Komelgeha Jinên Azad a Rojihilatê Kurdistanê (KJAR), diyar kir ku li Girtîgehên Îranê binpêkirina mafên mirovan zêde dibe û ji ber zextên li girtîgehê girtiya siyasî Atena Dayêmî zêdeyî 2 mehin di greva birçîbûnê de ye.

Komelgeha Jinên Azad a Rojihilatê Kurdistanê (KJAR), der barê zextên li ser girtiyan ên li Girtîgehên Îranê daxuyaniya nivîskî weşand. KJAR'ê di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Girtîgehên Îranê yek ji navendên esasî yên binpêkirina mafên mirovan e. Bi taybet beşên civakî yên demokrasî û azadîxwaz ku bi sizayên giran têne darizandin û wiha hewl tê dayîn nerazîbûna civakî were bêdengkirin, li girtîgehan jî di nav şert û mercên herî xirab û dijwar de têne ragirtin. Mafên girtiyan yên herî rewa tê binpêkirin. Li beramberî vê berxwedan û têkoşîna mafdar ya girtiyên siyasî bê bersiv dimîne."

HERÎ ZÊDE JIN MAFÊ XWE DIPARÊZIN

KJAR'ê, destnişan kir ku li dijî zext û binpêkirina mafan herî zêde jin mafê xwe diparêzin û wiha got: "Beşa civakî ya ku herî bêtir li beramberî kiryarên antîdemokratîk a rejîma serdest û zilamsalar xwedî bertek e û têdikoşe ku mafên xwe bidest bixîne jin in. Li girtîgehan jî ev sekna jinê di kesayeta bi dehan jinên berxwedêr, bi taybet girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan de jî derketiye holê. Zeyneb Celaliyan ku girtin, darizandin û pêvajoya wê ya girtîgehê bi tevahî bi awayeke nerewa û derveyi zagonên mafên mirovan pêk hatiye, bi sekna xwe ya berxwedêr nepejirandin û bêdengnebûna jinê temsîl dike."

ATENA LI DIJÎ ZEXTAN 2 MEHIN DI GRAVÊ DE YE

KJAR'ê, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser çalakiya Atena Dayêmî û wiha got: "Li ser Atena Dayemî, girtiya girtîgeha Êvînê jî pêk tê. Atena Dayimî ku wek çalekvaneke medenî ji bidestxistina maf û destkeftiyên jinê xebat dimeşand, ji hêla hêzên ewlekariya rejîmê ve hate binçavkirin û jê re siza hatiye birîn. Bi heman demê re malbata wê jî rastê zext û binçavkirinan hatiye. Li beramberî van kiryarên antîdemokratîk, Atena Dayêmî bêtirî 2 meh e, di nav greva birçîbûnê de ye, lê belê rayedarên Îranê bi xemsarî û piştçavkirina daxwazên mafdar nêzîk dibin û heman polîtîkaya ku jinê çewisînê û bêdeng bike, dimeşînin."

'DIVÊ JIN LI BERXWEDANA WAN XWEDÎ DERKEVIN'


Komelgeha Jinên Azad a Rojihilatê Kurdistanê(KJAR) herî dawî wiha got: "Berxwedaniya Zeyneb Celaliyan, Atenha Dayêmî û hemû girtiyên siyasî, beşeke girîng ya têkoşîna jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Lewre pêwîstî heye ku hemû jinên Îranî û Rojhilat bi şiyarî û baldariyeke bilind rewşa girtiyên siyasî bişopînin û xwedî li berxwedana wan derkevin. Li ser vê bingehê em wek Komelgeha Jinên Azad a Rojihilatê Kurdistanê(KJAR) ji hemû jinên ku xwe alîgirê demokrasî û azadiyê dizanin û xwedîderketina doza azad ya jinê wek erkeke wîjdanî û dîrokî dizanin, pêwîste li her derê dengê Atena û berxwedana girtiyên siyasî bigihînin hemû beşên civakê. Civak jî di demekê ku hûkûmete nû bi wedeyên sererastkirina rewşa aloz û nerê ya hûqûqî û qanûnî derkete pêş, ji bo pêkanîna mafên mirovan û daxwaziyên girtiyên siyasî, herwiha azadiya hemû aktîvîstên medenî, zext bikin. "