ÎZMÎR - Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Sanem Denîz Kural diyar kir ku piştî Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê di 14'ê çileya 2016'an de hate avakirin hezar û 162 jin hatine kuştin.
Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) ve di nava civakê de beramberî binpêkirinên mafan kuştinên jinan jî berdewam dike. Tenê li herêma Egeyê ji 11'ê Gulanê heta niha 5 jin hatin kuştin, 4 jinan jî hate îdiakirin ku întihar kirine. Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Sanem Denîz Kural bi geşedanên civakî re zêdebûna kuştinên jinan jî nirxand. Kural diyar kir ku bi polîtîkayên xwe û gotinên zayendperest ên ku tîne ziman ên îktidarê ve bi dijminatiyekî re rû bi rû ne. Kural wiha axivî: "Mînaka vê yekê me Ayşegul a ku di otobsê de rastî şîdetê hat de dît. Piştre Serokwezîr gotina 'ger ku neçe xweşiya te dikarî bike pite pit' bi kar anî. Em dikarin bibêjin ku di meşandina van polîtîkayan de bandora serokomar zêde ye."
Kural got ku Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê hate avakirin li hemberî 38 kesên ku xwestine hevberdin asteng bûye û ev ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve hatiye aşkerakirin, piştî ku ev komîsyon di 14'ê çileya 2016'an de ketiye meriyetê jî hezar û 162 jin hatine kuştin, ji wan 557 jin ji aliyê hevserên xwe ve hatine kuştin. Kural anî ziman ku pirsgirêk daxwaza jinan a hevberdanê nîne, pirsgirêka ku divê wezaret çareser bike astengkirina ehvberdanê nîne, gotina "daxwaza hevberdanê" dibe sedema kuştinan.
Kural destnîşan kir ku peywira wezaretê biryara jinan a ji hevberdanê guhertin na, çareserkirina pirsgirêkên jinan e.
Kural da zanîn ku şîdet û cînayetên li hemberî jinan pirsgirêkekî kur e û bi sîstema nû ya tê xwestin bê avakirin ve civaka muhafazakar polîtîkayên li hemberî jinan bixe jiyanê. Kural destnîşan kir ku di 2012'an de Qanûna Pêşîlêgirtina Şîdeta li Hemberî Jinan û Parastina Malbatê ketiye dewreyê lê ev pêk nehatiye. Kural wiha berdewam kir: "Çima ji ber ku nêrîna polîtîk ev nîne. Îktidar difikire ku hevberadn dê ji bêaramiya navmalbatê re rê veke. Bi parastina yekîtiya malbatê ve pêşiya feraseta kuştina jinan vedike. Em difikirin ku qanûna parastinê li ser kaxizê maye û pêk nehatiye."
Kural got ku di kuştinên jinan de kiryan hatine fehilkirin û daraz bi adilane nêzik nebûye, ceza hatine kêmkirin, hin dadger nêzîkatiyên zayendperest nîşan dan. Kural diyar kir ku daxwaza wan ew e ku wekheviya zayendî di hemû qadên jiyanê de hebe bi taybetî jî divê nêzîkatiyên kiryaran diparêze an jî cezayê kêm dike divê nebe, ev nayên qebûlkirin, ew ê wekî jin li Tirkiyeyê têkoşîna xwe bidomînin.
'DIVÊ ZAROKAN NEKIN QALIBAN'
Psîkolog Ozgul Ozcan jî diyar kir ku rewşa feodal a civak û malbatê jinan di bin pêkûtiyê de digirin bi têgeha "namûsê" ve jinan heps dikin. Ozcan wiha got: "Di warê namûs û zewacê de hemû berpirsyariyê civak dixe ser milê jinê. Jin mafdar be jî psîkolojiya sûcdar e dijî. Ev ji ber polîtîkaya ku civakê muhafazakar dike diqewime. Divê ji zaroktiyê ve malbat pêkûtiyê li ser zarokan nekin. Wê demê cînayet û întihar dê nebe."