MÊRSÎN - Psîkolog Fahriye Cengîz girtina stargeha jinan û Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ji aliyê qeyûm ve bi bîr xist û wiha got: "Stargeha ku me bi gelek zor û zehmetiyan ve vekir niha ji bo qada pîknîkê tê bikaranîn. Lê ev têkoşîn bi dawî nebû."
Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî gelek şaredariyên DBP'ê hatin kirin. Piştre şaredariyên mayî jî yek bi yek qeyûm tayînî wan hat kirin. Piştî qeyûm tayîni şaredariyên DBP'ê hatin kirin gelek sazî û dezgehên girêdayi şaredariyan hatin girtin. Herî zêde navendên piştevaniya jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin û mohrkirin. Bi giştî 54 navendên jinan ên girêdayî Şaredariyên DBP'ê hatin girtin. Yek ji van navendan Stargeh û Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ku di bin baneya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê de hatibû avakirin hat girtin. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê hat kirin, ÎŞTAR jî hat girtin. ÎŞTAR di 25'ê Îlona 2010'an de hat avakirin. 6 salan gelek îmze avêt bin xebatên jinan û gavên girîng avêtin. Di 18'ê Kanûna 2016'an de Hamdî Aktaş wekî qeyûm hat tayînkirin û piştre ÎŞTAR hat girtin.
Derûnînas Fahriye Cengiz, diyar kir ku Navenda Jinê ya Îştarê bi kedek mezin hat avakirin û niha kirine qada pîknîkê û wiha got: "Lê têkoşîna me bi dawî nebûye. Dibe ku ÎŞTAR'ê bigirin û bikin qada pîknîkê. Lê têkoşîna me ya ji bo jinan xelas nebûye." Cengiz, anî ziman ku piştî avakirina navên jinê hat rojevê wan di pêşengiya Platforma Jinan a Mêrsînê de di sala 2010'an de Navenda Jinê ÎŞTAR ava kirin û wiha got: "Me wê demê komîsyonek ava kir û me bi şaredariyên Akdeniz, Yenîşehir, Mezitlî, Toros û şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê re hevdîtin pêk anî. Gelek şaredariyan ev xebat wekî xebatek ku pêdivî pê tune nirxand. Wekî bargirani nirxandin. Şaredarekî got "Ew pereyê em bidin derûnînasa ku li wir bixebite dê çawa karibe pirsgirêkên jinên rastî tunidiyê tê çareser bike?" û baweriya xwe bi vê xebatê neanîn."
‘ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ DERIYÊ XWE LI ME VEKIR'
Cengîz, da zanîn ku ji bilî pirsgirêkên aboriyê pirsgirêkên din ên jinê nayên dîtin û wekî pirsgirêk nayên qebûlkirin û wiha got: "Ji ber ku tundiya li ser jinê nayê dîtin, tekoşîna li dijî vê tundiyê jî tê redkirin. Şaredariya herî germ nêzî vekirina Navenda Jinê bû şaredariya Akdenîzê bû. Bi hewldana endamên jin ên meclîsa Şaredariya Akdenîzê ev xebat pêş ket. "Me bi perwerdehiya "Rêvberiya Herêmî ku Navenda wê jin e" ya Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên mêr dest bi xebatê kir. Endam û xebatkarên Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ji aliyê Platforma Jinan a Mêrsînê ve hat diyarkirin. Piştî ku ev navend hat avakirin di aliyê zagonan de pirsgirêk derketin. "
'EM DI HER QADÊ DE RASTÎ TUNDIYA MÊR HATIN'
Cengiz, destnîşan kir ku jin di her qadê jiyanê de jin rastî tundiya mêr tên û wiha got: "Jinên rastî tundiyê tên û diçin qereqolê, disa ji aliyê personelên qereqolê de rastî tundiyê dihatin. Lê ev navend ji bo jinên rastî tundiyê hatin ji ber vê yekê bi fikar bûn ku biçin serî li qereqolan bidin. Ji bo em vê pêvajoyê hêzan bikin û bibin alîkara jinên rastî tundiyê tên me ev navend ava kir. Li Mêrsînê yekem navenda parastin û piştevaniya jinê ye. Jinên ku rastî tundiyê dihatin û tevî Xebatkarên Navenda Jinê diçûn qereqolê rastî gefên polîsan dihatin. Gelek caran polîsan digot "Madem hûn ew qas li jinan difikirin hûn çima girêdayî Şaredariya Akednîzê ne. Bi vî rengi dixwest jinên serî li me didin ji me dûr bixin. Ji ber ku duntiya herî herî mezin bi destê mêr ê di bin baneyê dewletê de dixebite ye. Me carek din ev rastî dît."
HER DEM JIN EWIL BÛ HEDEF
Cengîn, bal kişand ser operasyona KCK'ê ya 2011'an û wiha got: "Wê demê jî navenda piştevaniya jinê bû hedefa îktîdarê. Wê demê jî gelek hevalen me hatin binçavkirin û girtin. Polisan bi ser navenda jinê de girtin û hemû belgeyên ku divê bên parastin û neyên aşkerekirin tev desteser kirin. Niha jî piştî qeyûm hat dayînkirin sazî rastî heman pirsgrêkan hat. Piştî DBP'ê pergala Hevşaredariyê xist meriyetê jin bêtir hatin dîtin û bêtir mafê wan hat nasîn. Di polîtikayên şaredariyê de bêtir vîna jinê û biryara jinê esas hat girtin. Lê hikûmet jî piştî qeyûm tayîn kir ewil jin kirin hedef.
PIŞTÎ QEYÛMÊ EWIL JIN BÛN HEDEF'
Cengîz, da zanîn ku piştî qeyûm Aktaş hat dayînkirin qadên jinan ên li dijî tundiya li ser jinan dixebitin girt û wiha got: "Ewil Stargeh û Navenda Jinê vala kir. Hinceta valakirina navenda jine wekî 'Ji xwe li vir xebat nayê kirin. Serlêdan nayê kirin. Mesrefa li vir tê kirin vala ye' û ev navend girt. Dîsa midûriyetên girêdayî jinê îxrac kirin û li şûna wan mirovên xwe bi cih kirin. Bi vê yekê hemû jinên rastî tundiyê tên û xizmeta vê yekê dikin tev mexdûr bûn."
Cengiz, da zanîn ku piştî navenda jinê hat girtin, niha ji vê navendê wekî qada pîknikê bikar tînin û wiha berdewam kir: "Me ji bo wir gelek ked da. Piştî qeyûm hat tayînkirin ked û têkoşîna me li ber çavan nehat girtin. Niha dijberi wê demê li dijî maf û keda jinê xebatan dike. Ewil mêr tayinî navenda jinê kir. Saziya ku qedexe bû mêr têkeve hundirê wê mêr tayînî midûriyetê hat kirin. Ev li dijî pîvan û rêgezê xebatê ye. Mêrê tu hat tayînkirin li ser xebatkarên jin mobbing (tundiya derûnî) pêk anî. Êdî jin nekaribûm bi aramî û rehetî bixebitin."
TÊKOŞÎN DÊ BIDOME
Cengiz, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûmê re hemû maf û destkeftiyên jinan hatin desteserkirin û û wiha bi dawî kir: "Hemû cihê ku jinan bi têkoşîn û kedê bi dest xistin bi zorê ji destê jinan hat girtin. Lê dîsa em dibêjin cihê xebata ji bo jinê ne tenê nava çar dîwaran e. Xebat û têkoşîna jinê dê li kolanan û li hemû qadên jiyanê bidome. Dibe ku diwar û cih desteser kiribin, lê nikarin xebatên me desteser bikin. Xebat û têkoşîna me ya ji bo jinê dê bidome."