15 saetan bi 40 tl dixebitin

EDENE - Karkerên demsalî yên jin ku hatin Edeneyê rojê 15 saetan dixebitin, lê tenê heqê xwe 40 tl distînin. Karkeran diyar kir ku bi salan e, ew bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne.

Bi hatina havînê re karkerên demsalî jî berê xwe didin herêma Çukurovayê. Bi sedan karkerên demsalî yên ji bajarên kurdan hatine Edeneyê li vir keda wan tê xwarin. Herî zêde jî jin rastî kedxwariyê tên. Jinên ku hem li zarokên xwe dinêrin hem ji li konan dixebitin serê sibehî bi şefaqê re jî berê xwe didi zeviyan. Jinên ku li zeviya pîvazan dixebitin serê çewalê ku çêdikin 5 TL qezenc dikin. Serê sibehê heta êvarê çen çewal kom bikin ewqas pere digirin.

Karkera bi navê Hediye Dînç a ku serê sibehê heta saet 8'ê êvarê dixebite karê xwe wiha vegot: "Serê sibehê em zû tên û pîvazan ji axê derdixin. Piştre jî kokên wan bi meqesê jêdikin, li gorî mezinbûna wan jî dixin çewalan û bi ben devên wan girêdidin. Evqas karî em rojeke de dikin. Gelekî zehmet e û mirov diweste." Dînç anî ziman ku li konan dimînin û piştî ku li zeviyê kar diqede tên li konan dixebitin. Dînç wiha got: "Êvarê em diçin kon li wir jî xwarin, firaq û karê malê dikin." Dînç destnîşan kir ku bi hatine meha rojiyê jî karê li zeviyê ji bo wan zehmetir bûye û ji ber germê nikarin rojiyê bigirin.

Sakîne Kirar a ku 22 sal in karkeriya demsalî dike jî diyar kir ku ji Amedê hatine û wiha berdewam kir: "Dema ku li welat kar nebe em tên. Li vir li konan dimînin. Jixwe li zeviyan xebat zehmet e. Ji bo jinan jî zehmetir e. Ji ber ku li zeviya xebat têrê nake em li konan jî dixebitin. zehmetiyên ku jin dikişînin bi dawî nabe." Kirar got ku ligel ku evqas dixebitin jî carne nikarin di dema xwe de pereyê xwe bigirin. Kiran got ku 6 zarokên wê hene û hemû jî ji ber ku biçûk in, dema ku tê Edeneyê wan jî bi xwe re tîne.

'HAVÎNÊ JÎ ZİVISTANÊ JÎ DERD E'

Nazîfe Sevîk a got ji Rihayê hatiye jî 13 sal in di zeviyê de dixebite û ji ber ku karên zarokên wê tuneye, li welatê xwe kar nabînin tên Edeneyê dixebitin. Sevîk wiha got: "Em malên xwe dihêlin û tên van deran li konan dimînin. Hele li Edeneyê di kon de mayîn zehmetir e. Rojên borî dema ku baran barî her der tijî herî bû, em nekarîn derkevin derve. Lê ji ber ku mecbûr in vê yekê dikişînin." Sevîk diyar kir ku bi pereyên ku havînê qezenc dikin ve zivistanê li welatê xwe debara xwe dikin."

Rabîa Dogan jî got ku bi hêviyekî ji Rihayê hatine Edeneyê û ligel ku 15 saetan dixebitin jî 35-40 TL pere digirin, tiştên ku hêvî dikirin li vir nedîtine. Dogan diyar kir ku dewletê ew anîne vî halî û li welate wan derfetên kar nayê avakirin ji ber vê yekê jî dema ku dizane heta niha li zeviyan dixebite. Dogan destnîşan kir ku ji ber ku ava bi tankeran tînin vedixwin gelek caran nexweş dikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Şertên zeviyan nayê kişandin. Şertên ku bên jiyankirin nîne. Ji ber em mecbûr in tên vê derê û bi pereyên ku li vir qezenc dikin ve debara xwe dikin."