ÊLIH - Wênesaz Berîvan Erdem a ku şideta mêr û civakê ya li ser beden û nasnameya jinê bi awayekî hunerî rexne dike dest nîşan kir ku, wê rizgarkirina civakê bi têkoşîna hebûna li qada hunerî ya jinê pêk bê.
Berîvan Erdem (26) a ji zarokatiya xwe ve bala xwe daye hunera wêneçêkirinê, ev saleke li Êlihê xebatên hunerî didomîne. Erdem di salên xwe yî zanîngehê de 2 pêşangehên tevlîhev pêşandiye û pêşangeha xwe yî ewil a şexsî jî di 7'ê mijdarê de li Mala Hunerê ya Tovê ya Êlihê bi navê "Jin Li Kuderê Ye" pêşand. Di pêşangeha ku 8 xebat tê de cih girtin de, bi têmaya pêlav û jinê nasnamya jinê vegot.
BI HUNERA XWE CIVAKÊ REXNE DIKE
Erdem ragihand ku, ew di xebatên xwe de remzên jin û pêlavê bi kar tîne û wiha got:"Di xebatan de li gel pêlaveke mêran, çend pêlavên jinan xêz dikim. Remza pêlavke rizandî, jin û zarokên ku bi mêrekî extiyar re hatine zewicandin temsîl dike. Dîsa min di xebateke xwe yî din de, di destê jinê de sifre heye û embriyoyê diguhêzîne. Di vê xebata xwe de jî, ez jinên ku di temenên biçûk de hatine zewicandin û bûne xwedî zarok vedibêjim. Di xebatên xwe de ez remza zarok jî bi kar tînim. Çimkî jin, tecrûbeya ku wek hunerî werdigire radigihîne zarokên xwe. Û zarok jî dibe xwediyê vê tecrûbeyê."
‘RIZGARÎ DI HEBÛBA HUNERÎ YA JINÊ DE YE'
Erdem ragihand ku, di civakê de jin wek obje tê dîtin û wiha got:"Heke civak di warê hunerî de pêş bikeve, wê ew nêrîna zayendî ya li jinê tê nêrîn jî biguhere. Ji ber vê rizgarkirina civakê, bi azadiya jinê ya di warê hunerî de pêkan e."
‘YÊN JIN HILDIBERÎNIN XUYANGIYA WAN TUNE YE'
Erdem dest nîşan kir ku, di qada huner û wêjeyê de gelek xebatên girîng ên jinê hene, lê belê di nav sînorên ku mêr diyarkirine xuyangiya wan heye û wiha axivî:"Jin di nav malê de wek kesa xizmetê berpêşî mêr dike hatiye bicihkirin û ji qadên din tê dûrxistin. Li tevayiya cîhanê her tiştên ku jin hilberandine tune tên hesibandin, bi feraseta civak û olan wek şerm tên dîtin û sînorek ji jinan re tê xêzkirin û bi vî awayî li plana duyemîn tên rawestandin. Ji ber vê divê jin di her qadê de bi nasnameya xwe hebûna xwe pêk bîne û têbikoşe. Divê jin piştevaniya hev bikin, bi hev re bixebitin û feraseta mêrî qebûl nekin."
‘QADA ÇALAKIYÊN HUNERÎ KÊM E'
Erdem li Êlihê kêmaniya qadên hunerî rexne kir û got, wê xebatên xwe tenê li Mala Hunerê ya Tovê pêşandiye. Erdem ragihand ku, eleqeya ji bo pêşangehê kêm bûye û got, sedema vê jî, ji ber li Êlihê bîbiriya hunerî pêk nehatiye ye. Erdem wiha domand:"Hûn pir nikarin li vir xwe pêk bînin. Li vir qadên hunerî kêm in. Walîtî û şaredarî di vî warî de tu xebatan nakin. Lê belê li gel vê jî, dîsa dixwazim li Êlihê pêşangeheke din jî vebikim."