STENBOL- Orkestraya Jinan a Stenbolê ya ku ji 15 jinên bi reng, deng û nasnameyên xwe cuda ne pêk hatiye, bi stranên xwe pergala serdest a mêrî protesto dike.
Ew 15 jinên ku ji reng, deng, nasname û bajarên cuda ne û hatine gel hev. Hin ji wan muzîkjen, hin ji wan mamoste, hin ji wan xwendekar, hin ji wan rojnameger, hin ji wan hejmaryar... Lê belê, tekane nasnameya wan jî wek jinan bi muzîka xwe serîrakirina li dijî pergala mêrî ye.
15 jin ên hin bi tesadufî, hin li ser pêşniyara hevalên xwe û ên hin goti, "min xwe li vir dît" hatin gel hev, çileya borî Orkestraya Jinan a Stenbolê ava kirin. Ev jinên ku bi kurdî, tirkî, ermenkî, îngilîzî, lazî, yewnanî distrên, li qada muzîkî hîn nû ne. Jinên ku tecrûbeya xwe ji têkoşîna jinan, çanda qedîm a Mezopotamya û Anatolyayê wergirtine, muzîka ku çêdikin jî ji bo balê bikşînin ser prisgirêka jinê wek "protesto"yê şîrove dikin.
Jinên ku heta niha li gelek deverên Stenbolê derketine ser dikê, di pêvajoya pêş de armanca wan ew e ku li Tirkiyeyê bigerin. Bi temamî bi derfetên xwe tevdigerin û dema dertên ser dikê jî, kincên ku ji dolabên xwe derdixin tercîh dikin. Jinên ku ji bo muzîkê ji bin tekela mêran derxînin ketin rê, bi taybetî ji aliyê jinan ve rastî bertekên erênî tên. Heta niha 6 konser dane û wê di rojên pêş de li Stenbol û Enqereyê jî konseran bidin.
BI STRANÊN XWE FERASETA SERDEST A MÊRÎ PROTESTO DIKIN
Necla Demîrlî, di orkestrayê de vokalîstiyê dike. Demîrlî diyar dike ku, ew di serdemeke ku şideta li dijî jinê, ttunekirin û kuştin zêde bûye re derbas dibin û wiha dibêje:"Sekna me jî, performansa me yî li ser dikê jî, a rast protestokirina feraseta mêrî ye. Mebesta me ragihandina dengê jinê ye û li her qadê hebûna wê ye. Em ji ber prisgirêkên jinan li gel hev in. Di serdemek wisa de, ku li dijî jinê êrîş zêde bûne, herî zêde pêdivî bi dengê jinê heye."
‘BÎRBIRIYA MUZÎKA SERDESTA A MÊRÎ HEYE'
Zeynep Yildiz jî di orkestrayê de li bas gîtarê dixe. Yildiz jî xwe wek muzîkjeneke amotor dihesibîne, lê belê li gel vê jî heycana xwe yî ser dikê wiha tarîf dike:"Dema enstrumanê digirim destê xwe, tiştek bi min dibe." Yildiz tîne ziman ku, cîhaneke muzîkê ya serdestiya mêrî heye û wiha dibêje:"Dema jin dertê ser dikê, ji muzîkê bêtir li bend aestetîkekê ne. Lê em tiştekî din dikin. Em dixwazin ev bîbirî bişkê. Em dixwazin derkevin ser dikê û muzîkê bikin." Yildiz diyar kir ku, ew ji bo her teklîfên konseran re vekirîne.
‘EZ JI RONAHIYA MUZÎKÊ BAWER DIKIM'
Vokalîsta din a orkestrayê Dûygû Yeşîlyûrt jî dibêje, xeyaleke wê ya wisa hebû û piştî fikra orkestrayê tevlî komê bûye. Yeşîlyûrt diyar dike ku, ew ji ronahiya muzîkê, hêza wê yî başkirinê û veguherandina wê yî hin tiştan bawer dike û ji ber vê wê di orkestrayê de cih girtiye.
Sena Încetahtaci ya di orkestrayê de li perkusyonêd ixe jî diyar dike ku, ew miroveke pir bi heycan e û wiha dibêje:"Sirf ji bo doza jinê ez derketim ser dikê. Tiştên dixwazim bibêjim ne bi gotinê, bi perkusyonê dibêjim."
Ji vê navnîşanê; https://www.facebook.com/istkadinorkestrasi/?fref=ts xwegihandina Orkestraya Jinan a Stenbolê pêkan e.