Endama Meclîsa Şaredariya Rêzanê ji peywîr hat girtin

AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Rêzanê ya DBP'yî Selma Surer biryara Wezîrên Karên Hûndir ji peywîr hat girtin û li şûna wê qayûm hat tayînkirin.

Li Amedê Endama Meclîsa Şaredariya Rêzanê ya DBP'yî Selma Surer bi hinceta lêpirsînên derbarê wê de hatiye vekirin ji aliyê Wezîrên Karên Hûndir ve ji peywîr hat girtin. Ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve derbarê Surer de 5 lêpirsînên îdeaya "Propagandaya rêxistinê kirinê" û "Endamê rêxistinê" hatibû vekirin. Wêzîrên Karên Hûndir ji bi hinceta lêpirsînên derbarê Surer de hatine vekirin ji peywîr girt û li şûna wê ji qayûm tayîn kir.