EDENE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê girtina parlamentera HDP'ê Besîme Konca nerazîbûn nîşan da û peyama "HDP dê bibe hêvî, berxwedan û hêza siyasî ya jinan" da.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê girtina parlamentera HDP'ê Besîme Konca şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural axivî û diyar kir ku HDP 2 sal in li dijî pêkûtiyan dev ji biryarbûna xwe ya siyaseta demokratîk nedaye.
Tural destnişan kir ku HDP îradeya bihevre jiyanê ya gel, bawerî, çand, nasenameyên ku li welat dijîn e û wiha axivî: "HDP a ku wekî partiyekî jinê ye, bi saziya xwe ya hevserokatiyê, meclîsa jinê, koma parlamentoyê ya jinê, hebûna xwe ya di nava tevgera jinê de hêvî, berxwedan û hêza siyasî ya jinan e."
Tural li hemberî girtina Konca nerazîbûn nîşanda û gotn divê Konca bê berdan.