MÊRSÎN - Qeyûm Hamdî Bîlge Aktaş ê tayînî Şaredariya Akdenîzê ya DBP’ê hatiye kirin, piştî stargeha jinan niha jî dixwaze “Bazara Nirxandina Keda Jinan” a ku ji bo gelek jinan avkaniya kare bigire. Jinên li bazarê dixebitin xwestin ku qeyûm destê xwe ji ked û nanê wan bikişîne.
Bazara Nirxandina Keda Jinan a ji aliyê Midûryeta jinan a Şaredariya Akdenîzê ya DBP’î ve hatiye avakirin di hedefa qeyûm Hamdî Bîlge Aktaş de ye. “Bazara Nirxandina Keda Jinan” a ku di Kanûna 2016’an de hat avakirin û 6 mehe dixebite, ji jinên ku li bazarê dixebitin hat xwestin ku heta roja Înê dezgahên xwe vale bikin.
Jinên li bazarê dixebitin diyar kirin ku destdanîn qeyûm a ser ked û nanê wan nayê qebûlkirin û bertekên xwe anîn ziman.
'DIXWAZIN BI BIRÇÎBÛNÊ ME TERBIYE BIKIN’
Maşallah Nas, diyar kir ku cihê bazarê di encama xebatên şaredariyê ya ji bo jinan de, ji bo jin pêdiviyên xwe yên aborî bicih bînin hatiye avakirin û wiha got: “Midûryeta Jinan a şaredariyê ku beriya du rojan qeyûm tayîn kirin bêyî ji me re nivîsek fermî bişînin bi gotinê dibêjin dê di nava hefteyekê de bazarê bigirin û xwestin em amûrên xwe kom bikin. 2 zarokên min bêkarin, ez mecbûrim 3 zarokên xwe jî bidim xwendin. Em mexdûr bûne, dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin.”
'BERIYA QEYÛM ŞAREDARIYEK MÎNAK BÛ’
Nas, da zanîn ku beriya qeyûm bê tayînkirin şaredariyek mînak bû, ji aliyê hemû kesî ve dihat ecibandin û wiha pêde çû: “Mixabin dema bazar hat girtin dê gelek kes mexdûr bibin. Dest danîn ser nanê me. Em dixwazin ji vê şaşiyê vegerin. Bila bihêlin ku em nan bibin mala xwe.”
Jina bi navê Gurbet Serîn jî bertekên xwe bi van gotinan anî ziman: “Tişta dikin şaşe. 3 zarokên min hene û mecbûrim berê xwe bidim wan. Zarokek min li girtîgehê ye û herduyên din dixwînin. Me li vir pere qezenc dikir, lê êdî em jî mexdûrin. Şaredarî şûna alîkariya jinan bike astengiyan derdixe. Dema şaredarî di destê DBP’ê de bû, piştgirî hebû lê piştî qeyûm hat piştgirî hat rawestandin. Em li benda vê bûn.”
Qeyûm Hamdî Bîlge Aktaş, beriya niha jî navenda jinan û stargeha jinan girtibû.