AMED - Piştî ku navendên jinan ji aliyê qeyûman ve hatin girtin kuştinên jinan, îstismarên zayendî zêde bûn, şîdet derket asta herî jor. Jinên ku di bin banê şaredariyê de dixebitin û niha betal hatine hiştin ketin nava tevgerê ji bo rêxistinên jinan ên alternatîf ava bikin amadekariyê dikin.
Qeyûmên ku tayînî 86 şaredariyên DBP’ê hatin kirin yekemîn xebatên wan girtina saziyan jinan û bêkar haştina jinan bû. Ji sedî 80 jinên li şaredariyê dixebitin bê kar man û xebatên xwe li ser rêxistinê navçeyan ên partiyê didomînin. Jinên DBP’î di çarçoveya rêveberiyên herêmî de nîvco hiştina xebatên wan, pêkanînên qeyûm û ev dibin sedema çi nirxandin.
‘DIXWAZIN TECRÛBEYA 17 SALAN TUNE BIKIN’
Endama Lijneya Jinan a Rêberiyên Herêmî ya DBP’ê Hediye Karaaslan, xebatêb jinan ên di rêvereriya herêmî de jî nirxandin û wiha got: “Ji sala 1999’n destpê kir û heta hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an me pergalek nû ya xebata jinan ava kir. Bi vê xebatan re me derketine bi pergal kir. Di rêveberiya herêmî de berî her tiştî xebatên jinan dihat kirin. Em bi pergala hevserokatiyê gihiştin astek din û bi vê re li şaredariyan me pêvajoya avakirina pergala jinan da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de me stargehên jinan, navendên jinan, meclîsên jinan ên şaredariyê, civîna koma jinan, midûryetên polîtîkayên jinan û serokên daîreyan ava kirin. Bi van saziyan re me îmze avêt gel bin gelek xebatên di têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinan, pêşxitina aboriya jinan, perwerde û tendirûstî.
‘QEYÛM PROJEYÊN JINAN TASFIYE KIR’
Karaaslan, da zanîn ku bi hatine qeyûm re xebatên jinan hedef hatine girtin û wiha pêde çû: “Stargehên jinan hatin girtin û kirin cihê pîknîkê. Dixwazin jinan bi şîdeta rû bi rû dibin re bi tenê bihêlin. Daqên jinan tên tunekirin. Ji bo jin di rêverberiyên herêmî de xwe bihêztri îfade nikin gelek projeyên me hen lê bi hatin qeyûm re dixwazin van projeyan jî tasfiye bikin. Hedefa wan xespkirina vîna jinane. Dixwazin nansnameya azad a jinê ku 17 sale em dixwazin di rêveberiyên herêmê de ava bikin tune bikin.”
JI SEDÎ 80 JIN BÊKAR MAN
Eendama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Şeyda Arslantaş, anî ziman ku ji sedî 80 jinên di şaredariyê de dixebitin bê kar hatine hiştin û wiha domand: “Jinên ji şaredariyê hatine derxistin xebatên xwe li ser rêxistinên navçeyê didomînin. Ji bo bi jinên bêkar mane re bi awayekî rêxistinkirî xebat bên meşandin pêwîstiya me bi sazîbûnê heye û ji bo vê jî xebat tên meşandin. Me ji jinên bêkar mane û saziyên hatine girtin re gelek civîn li darxistin û nîqaşên li se sazîbûnê dan meşandin. Ne tenê li Amedê me li hemû bajarên qeyûm hatine tayînkirin ev xebat dane destpêkirin. Proje û xebatên me yên ji ber hatine qeyûm nîvco ma ne em ê temam bikin.”
‘DÊ BINGEHÊN ALTERNATÎF BÊN AVAKIRIN’
Arslantaş, bi lêv kir ku têkoşîna jinan bi saziyan destpê nekiriye, li saziyan jî naqede û wiha axivî: “Di pêvajoyên pêş de em ê xebatên xw ebihêztir bidin meşandin. Pergala rêvebriya niha ku destûrê dide tacîz, şîdet, qetlîam û fuhuşa li dijî jinan mekanîzmayên li dijî vana jî tune dike û ji ber vê her ku diçe bûıyerên wiha zêde dibin. Ji bo li dihî vê li her qadê alternatîf bê avakirin me xebat dane destpêkirin.”