RIHA - Turîstên ku riya wan bi Riya Peravê ya Xeleftiyê dikeve, zindîbûna ku esnafên jin li navçeyê zêde dikin raçav dikin. Yên dixebitin wiha bang li hemû jinan kirin: "Jin bi xebatê dikarin li ser piyan bisekinin."
Li Xelfetiya Rihayê, Riya Peravê ya li kêleka gola ku ji ber Bendava Bêrecûkê çêbûye, bi esnafên jin zîndetir dibe. Esnafên jin, anîn ziman ku heke jin bixwaze dikare her tiştî bike. Jinên ku li dikanên xwe amûrên diyariyê, nanê sêlê çêdikin û difiroşin bala mêvanên ku tên navçeyê dikişînin û her wiha bang li hevcinsên xwe kirin ku çi ji destê wan bê bila bikin.
Yek ji jinên ku amûrên diyariyê difiroşe jî dayika 3 zarokan Birgul Yazgal a 24 salî ye. Yazgal, tevî berên magnetî yên ji polyesterê tên çêkirin berên destan ên ku ji dayika xwe hîn bûye jî difiroşe. Yazgal, anî ziman ku pêşî ew berê ku dê hilberîne xêz dike û wiha got: "Xêzkirinên ku çêdikim pêşî ji hevalên xwe yên Stenbolê re dişînim. Hevala min dokumana magnetên ji polyesterê tên çêkirin çêdike û ji me re dişîne. Maketên masiyan, yên mifteyan, xişrên diyariyê, guhar, yazme û şarên aîdî herêmê difiroşim."
DI WARÊ ABORÎ DE AZAD IN
Yazgal, anî ziman ku ji dikana ku vekiriye tenê ne ew jinên li derdorê jî heqê nanê xwe bi dest dixin û wiha axivî: "Nêviyê çîtan ez çêdikim nêviyê din jî ez ji jinên hawirdorê distînim. Ev bi piranî berên sîxik û derziyê ne. Karekî ku baldariyê divê. Çîtek di 2 rojan an jî hefteyekê de tê çêkirin. Heba magnetan bi 4 lîreyan, ya yazmeyan 20-25 lîreyan difiroşim. Hindik be jî jin di warê aborî de azad in."
HEKE JIN BIXWAZIN DIKARIN ÇÊBIKIN
Yazgal, balê kişand ser girîngiya jinê ya di warê jîngeha kedê de û wiha domand: "Jin bi xebatê heqê nanê xwe bi dest dixin. Her çi qas keçeke min a sal û nîvekê hebe jî dixebitim. Girîng e ku jin bi xebatê li ser piyan disekinin. Niha 8 cure magnetên min hene. Di nava hefteyê de 50-100 lîreyî, dawiya hefteyê jî 500-hezar lîreyî qezenc dikim. Lê ev demeke turîst nayên herêmê. Hindik be jî tên, lê belê wek berê turîstên biyanî nayên."
ZEHMET BE JÎ JIN DIKIN
Dayika 3 zarokan Fatma Arslan a 26 salî jî, li ser riya peravê nanê sêlê çêdike û debara xwe dike. Arslan, anî ziman ku ew heta êvarî li ser piya hevîr vedike û nanê sêlê çêdike û wiha axivî: "Dema ji derve lê tê nihêrîn wek karekî hêsan dixuyê, lê karekî zehmet e. Ji ber ku tim hevîr vedikim tu dibê qey dê milên min biweşin. Dema êvarî diçim malê nikarim milên xwe bilind bikim. Kêliyekê radiwestim û paşê amadekariyên roja din dikim. Ji ber li gund mezin bûme, di 10 saliya xwe de hînî çêkirin û vekirina hevîr bûme. 5 sal in vî karî dikim. Nanê sêlê yê bi petat, penêr, tevlîhev, biîspenax û hwd. çêdikim. Nava hefteyê 30-40 lîreyî û dawiya hefteyê 500-600 lîreyî qezenc dikim."
‘JI JINA BETAL HEZ NAKIM'
Arslan, diyar kir ku ji ber ku ew di ber re nagihê li cem wê xebatkar jî hene û wiha got: "Em bi hevdu re dixebitin. Ez vedikim ew jî sor dike. Ez ji jina ku derfetên xebatê hebin û nexebite hez nakim. Bi ya min divê her jin bi karekî re bilî bibe û heqê keda xwe bistîne. Divê jin li destê mêr nenihêrin, divê xwe bi xwe bixebitin û qezenc bikin."
Mazlum Buyukertaş (17) ê ku li cem Arslanê dixebite jî wiha got: "Hosteya min ev kar hînî min kir. Min li destên hosteya xwe nihêrî û ez hînî vekirina hevîr û sorkirin nanê sêlê bûm. Rojê 30 lîre bi destê min dikeve û bi vî pereyî alîkariya malbata xwe dikim."