Gundê herî rengîn ê Îdirê: Qerekeyn

ÎDIR- Jinên ku li gundê Qerekeyn ê Îdirê dijîn, nêzî cilûbergên hazir nabin. Jin mêzer, êleg û dêreyan bi kofî, bisk, şêr û desmalên rengorengo temam dikin.

Li gundê Qerekeyn ê Îdirê, hîn jî jin di dawet, hine, Newroz û rojên taybet de kincên gelêrî yên aîdî herêmê li xwe dikin. Jin mêzer, êleg û dêreyan bi kofî, bisk, şêr (şar) û desmalên rengorengo temam dikin.

Fatma Çakmaz (52) anî ziman ku kincên ku ew li xwe dikin xwedî raboriyeke hezar û 500 salî ne û wek mîrateyekê ji wan re maye. Çakmaz wiha got: "Wek gund me qet dev ji van kincan berneda. Bi kêfxweşî em li xwe dikin. Hatime vî emrî, lê hîn jî li xwe dikim. Lixwekirina van kincan, tê wateya xwedîderketina li esl û feslê xwe. Dê ciwanên me jî wek me vê kevneşopiyê bidomînin."

EVÎN, BÊRÎKIRIN Û ÊŞ TÊN NEQIŞANDIN

Çakmaz, anî ziman ku jin bi neqşandina nîgar û desenên li ser kofiyên xwe hestên xwe vedibêjin û wiha vegot: "Berê bi hinceta şerm e, guneh e tim jin hatiye bêdengkirin. Jinan nîgar û desenên ku remza evînên wan bûn hûrik hûrik dineqşandin. Desena li ser kofiya keçeke ciwan çiqas sift bûna, hestên wê jî ewqas sift bûn. Heke jinek şîn girêda be, kofiyeke sade dixist serê xwe û li dora wê şêr ango şerpe yên ku remza şînê ne girêdida. Heke jin zewicandî be kofiya wê sadetir û heke ezeb be kofiya wê rengîntir e. Yanî her çi qas civakê dayikên me bêdeng kiribin jî, lê kofiyên wan her tişt vegotine."

JI BO LEŞKER DESTESER NEKIN BI SALAN HATIN VEŞARTIN

Habibe Çakmaz jî, anî ziman ku di salên 1990'î de di serdegirtina malê de leşkeran kincên wan desteser dikirin û ji ber vê yekê jinan tim kincên xwe vedişart. Çikmaz wiha domand: "Her du pîrên min ev kinc li xwe dikirin. Paşê diya min li xwe kirin û niha jî ez li xwe dikim. Yanî roja ku me li vî gundî çavên xwe vekirin ev kinc hebûn. Lê belê gundên hawirdorê ev kinc zû ji bîr kirin. Dewlet zêde bi ser gundan de digirt û ev kinc wek unsûrên sûcî dihatin hesibandin. Ji bo nekevin destê wan, me ew vedişartin. Paşê dewr guherî. Jinan dev ji lixwekirina van kincan berda, paşê ev hinekî bandorê li me jî kir lê em zûka ji wê xeletiyê vegeriyan. Em ê ji bo medornbûyînê dev ji van kincan bernedin. Ez ê wek mîrate ji keça xwe re bihêlim. Em naxwazin ev çand winda bibe. Li gor min lixwekirina van kincan kurdbûyîn e. Çimkî perçeya herî girîng a çanda kurdî ev kinc in."

‘MÎRATEYA HERÎ XWEŞIK'

Dilber Çakar (23), anî ziman ku dema ew van kincan li xwe dike xwe azad hîs dike û wiha got: "Ez nesleke bêtalih im. Çimkî min dixwest di wê dema ku ev kinc dihatin lixwekirin bijiyama. Dema ez van kincan li xwe dikim zaf bextewar dibim. Pîra min ji diya min, diya min jî ji min re hişt û ez ê jî vê mîrateya herî xweşik ji zarokên xwe re bihêlim."

‘EV DÎROKA ME YE'

Çakar, dest nîşan kir ku çand di heman demê de dîroka gelekî ye û wiha axivî: "Bi salane ji bo em asîmle nebin em li ber xwe didin. Ev dîroka me ye û neteweyeke bêdîrok nabe."