Zilaman di gulanê de 39 jin kuştin

STENBOL - Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di rapora xwe meha gulanê de aşkera kir ku zilaman 39 jin kuştine, 38 zarok bi îstismarê re rû bi rû hatiye hiştin, 17 jin jî rastî êrîşa zayendî hatiye.

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin rapora xwe ya meha gulanê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku di meha gulanê de li gorî mehên borî gelek jin hatine kuştin, Di raporê de hat gotin ku di gulanê de 39j in ji aliyê zilaman ve hatiye kuştin, 38 zarok bi îstismarê re rû bi rû hatiye hiştin, 17 jin jî rastî êrîşa zayendî hatine. Dîsa di raporê de hat gotin ku di 5 mehên ewil ên 2016'an de hejmara jinên ku hatine kuştin 137 bû lê îsal ev derketiye 173'an. Di raporê de bajarên ku herî zêde jin hatine kuştin wiha hate rêzkirin: "Li Stenbolê 6 jin, li Îzmîrê 5 jin, li Bursa, Dîlok û Kayseriyê 3 jin hatin kuştin."

'DIJMINATIYA LI HEMBERÎ JINAN ZÊDE DIBE'

Di raporê de hat gotin ku jibilî zêdebûna kuştinan terzê kuştinan jî hatiye guhertin û kuştinên hovane pêk tên û wiha hat gotin: "Jin rastî îşkenceyê tên, li ber çavên zarokan an jî bi zarokên xwe re tên kuştin, mirinên bi guman zêde dibe. Cenazeyê Betul Turkmen a di 2015'an de winda bûbû îsal bi awayekî hatiye çalkirin hate dîtin. E hemû nîşan didin ku dijminatiya li hemberî jinan zêde bûye. Divê ji bo maf û azadiyên jinan bêhtin têkoşîn bê dayîn."

'KUŞTIN ZÊDE DIBE NÛÇE KÊM DIBE'

Di raporê de hat gotin ku di 100 rojên ewil ên 2016'an de têkîldarî şîdeta li hemberî jinan 4 hezar û 90 nûçe di çapemeniyê de derketiye û wiha hate berdewamkirin: "Di 100 rojên ewil ên 2017'an de hejmara nûçeyan 2 hezar û 44 in. Cînayetên jinan û şîdeta li hemberî jinan li gorî salên borî bi awayekî cidî zêde bûye, bi heman awayî hejmara nûçeyan kêm bûye. Li gorî Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê jî îmze kiriye divê dewlet daneyên cînayetên jinan derxîne û sedemên wan tespît bike lê em wekî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestinên van daneyan her meh ji nûçeyên ku di çapemeniyê de derketine amade dikin."

Di raporê de hat gotin ku di meha gulanê de zêdetirî 17 jinan bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane, 38 zarok jî bi istismarê re rû bi rû hatine hiştin û wiha hat gotin: "Em hînbûn ji wan zarokan 4 bi mehan rastî tecawizê hatine. Li Stenbolê 3 zarokên kez bi mehan rastî îstismara 4 kesan hatine. Li Esenyurta Stenbolê 8 malbat serî li polîsan dan û kirtasiyefiroşek ji ber ku zarok îstismar kiriye gilî kirin. Li êlihê piştî ku zaroka bi navê G. ducanî ma derket holê ku gelek zarok bi istismarê re rû bi rû hatine hiştin û bi zorê fuhuş bi wan dane kirin. Li Sêrtê piştî ku zarokeke 16 salî kompozîsyon nivîsand derket holê ku rastî istismara bavê xwe hatiye."

Dîsa di raporê de hat gotin ku 15 jinan ji ber ku xwestin der barê jiyana xwe de biryarê bidin lê hatine kuştin. Têkîldarî mijarê ev agahî hat parvekirin: "Jiyana jinên ku dixwazin veqetin ji destên wan tên girtin. Li Hatayê dema doza hevberdanê berdewam dikir Kubra Karasu ya 21 salî ji aliyê hevserê xwev e hate kuştin. Qanûna parastinê ya hejmar 6284 bi bandor pêk nayê, jin nayên parastin. Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê Işik Îkizoglu bi hevserê xwe yê veqetiya bû Yahya Cengîz Kuçuk ve ji ber ku nîqaş kir çû qereqolê gilî kir. Îkîzoglu got hatiye derbkirin lê Saziya Tiba Edlî rapora derb tuneye da. Piştî ku vegeriyan malê Îkîzoglu ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin. Kiryarên 8 jinên ku hatine kuştin diyar nînin. Ev jî zêdebûna kuştinên bi guman nîşan dide."