'Nikarin bêjin daxwaza zarok heye û bizewicînin'

WAN - Civaknas Sema Sancak bertek nîşanî pêşnûmeya îstîsmara zayendî ya li meclîsê hat pejirandin da û wiha got: "Bi tu awayî nikarin bêjin daxwaza zarokên ku nebûne 18 salî heye û bizewicînin."

Hikûmetê piştî pêşnûmeya "sererastkirina îstîsmara zayendî" paşve kişand di pêşnûmayê de sînorê îstîsmarê derxist 12 salan û qebûl kir. Pêşnûmyea "Qanûna Dadgeha Ceza û Pêşnûmeya Têkildarî Guhertina Hin Zagonan" ku rojên borî hatibû niqaşkirin li meclîsê hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê xala 103'an a ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îptal kiribû ya "Îstîsmara zayendî ya zarokan" ji nûve hat rastkirin. Kesê êrîşa îstîsmara zarokan bike ger bêje daxwaza zarok jî heye dê bikaribe bê berdan û dikare bi wî kesî re bizewice.

Midûra Navenda Pêkanîn û Lêkolînkirina Pirsigêkên Jinan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê Civaknasa Pispor Sema Sancak, diyar kir ku ji bo pêşnûme bê betalkirin ew jî tevlî kampanyaya komkirina îmzeyan bûne û wiha got: "Qanûna mijara gotinê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Me wekî navend belavokên ku em qanûnê qebûl nakin belavkirin. Wekî navend em tevlî kampanyayên îmzeyan yên li zanîngehên cuda hetine destpêkirin bûn. Em ê îmzeyên bên komkirin bişînin cihên pêwîst. Me derbarê mijarê de ji saziyên eleqedar re daxwazname şandin. Heta niha bersivek erênî yan jî nerênî ne hatiye. Wekî hemû kesî em jî li dijî vê qanûnê de. Me tişta pêwîst û kampanyayên îmzeyan dan destpêkirin. Ji xwe zewacen di bin 18 saliyê de nayên qebûlkirin û qanûn jî vê dipejirîne. Her wiha sererastkirina kut ê xwestin bikin li dijî hiqûqê ye."

'NIKARIN BÊJIN DAXWAZA ZAROK HEYE Û BIZEWICÎNIN'

Sancak, anî ziman ku qanûnên hene jî nikarin pêşiya îstîsmara zarokan bigirin û wiha pêde çû: "Bi sedan zarokên ku ji 18 saliyê biçûktirin, nikarin zewaca fermî pêk bînin bi zewaca melê hatine zewicandin. Sedemê herî mezin ê vê jî ew e ku di qanûnê de zewaca di bin temenê 18 salî de ji şîkayeta kesî re hiştine. Qanûn li aliyêkê dibêje 'kesek nikare bi zewaca fermî û melê bi keçek ji 18 saliyê biçûktir re bizewice' li aliyê din jî ji bo wekî sûc bê nîşandan bi şîkayetan ve girêdaye. Zilamê ku zewaca melê kiriye dê şawa bê gilî bike? Ji ber wê nikarin bêjin daxwaza zaroka ku ji 18 saliyê biçûktire heye û bizewicînin."

'PÊWÎSTÎ BI QANÛNÊN PARASTINÊ HEYE'

Sancak, bi lêv kir ku li Wanê bi hezaran jinên ku di 12-13 saliya xwe de hatine zewicandin hene û wiha domand: "Gelek qanûn hene lê nikarin jinan biparêzin ji ber ku qanûnan nayînin cih. Ligel ku zewaca keçên biçûk di qanûnan de qedexeye jî tenê li wanê bi hezaran jinên k udi 12-13 saliya xwe de hatine zewicandin hene. Ji bo çareseriyê pêwîstî bi vegerînek civakî, qanûnên parastinê û bi perwerdehiya ku du saliyê de li mal û dibistanan bê dayîn heye. Zewaca di temenê biçûk de ji bo zarokan travmayeke. Zarok bi pirsgirêkên fîzîkî û mejî re rû bi rû dimînin."

'PÊWÎSTÎ BI GUHERTINEK BINGEHÎN HEYE'

Sancak, destnîşan kir ku wan li ser astengiyên li dijî şîdeta li ser jinan, zewaca zarokan û tevlîbûna jinan a jiyana aborî gelek proje amade kirine û wiha axivî: "Karê me yê despêkê bizanînkirina jinane. Bi hemû aliyan re xebitîn girînge û em dizanin ku çapemenî jî hêzek girînge. Ji ber wê li şûna projramên ku ji bo reytîngan di televîzyonan de tên weşandin û zilaman teşwîqî şîdeta li ser dikin em spotên ku li dijî şîdeta li ser jinan zanînan dide diweşînin. Lê dîsan jî ev xebat têrê nakin ji ber wê pêwîstî bi guhertinek bingehîn heye."