STENBOL -Li Tirkiye di 5’ê Kanûna 1930’an de bi “Peymana mafê jinan ên siyasî” re “mafê bijartin û hilbijartina jinan” hat imzekirin. Lê ligel vê peymanê li Tirkiye 30 jinên kurd ên bijartî di girtîgehê dene.
Nifûsa cîhanê ji sedî 50 jin, ji sedî 50 mêr e. Li Tirkiye jî rêje ji sedî 50-50 ye. Lê li gel vê yekê wekî piraniya dewletên cîhanê li Tirkiye jî di qada siyasî de mafê jinê ji sedî 14 ye. Di qada vîna siyasî de mafê jinê wekî cîhanê li Tirkiye ji tê binpêkirin û rastî tundiyê tê. Li Tirkiye heta 5’ê Kanûna 1930’an, di qada siyasî de mafê jinê tune bû. Di qada zagonî û fermî de vîna jinê li ber çavan nedihat girtin û nedihat naskirin. Piştî 5’ê Kanûna 1930’an bi “Peymana mafê jinan ên siyasî” re “mafê bijartin û hilbijartina jinan” hat imzekirin. 86 salin mafê vîna jinê ya siyasî li Tirkiye hatiye naskirin, lê hêj vîna jinê ji sedî 86 tê cewisandin û mafê wê yê siyasî tê xwarin. Li gel vê peymanê her çend li Tirkiye herî zêde kurdan maf daye jinê û wekî vîna xwe ya siyasî hilbijartiye jî 30 jinên kurd ên bijartî di girtîgehê dene.
Di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de li Tirkiye û Kurdistanê bi tavahî 56 milyon û 965 hezar û 99 hilbijêr piştî 5 mehan careke din çûn ser sindoqan û deng bi kar anîn. Piştî ku li Tirkiyeyê mafê bijartinê ji bo jinan hate dayîn her tim tabloyeke newekhev û neadil di warê temsîlbûnê de hebû û jin bi vî rengî çûn hilbijartinan. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ligel ku bi 98 parlamenterên jin ve serkeftineke girîng hate bidestxistin jî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji ber ku partiyan hejmara namzetên jin kêm kirin vê yekê sînyalên kêmbûna temsîliyeta jinan jî da.
Di hilbijartina 7’ê Hezîranê ya serdema 25'emîn de jinan bi 97 parlamenteran ve ji sedî 18 temsîlek bi dest xistin lê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li gorî encamên ne fermî di meclîsa ku 550 parlamenter heye hêjmara parlamenterên jin ket 82’an. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de HDP'ê 225 namzetên jin nîşan dan û 24 parlamenterên jin hatin hilbijartin, AKP'ê 69 namzet nîşan dan û 37 jin hatin hilbijartin, CHP'ê 125 namzet nîşan dan û ji wan 20 jin hatin hilbijartin, MHP'ê jî 76 namzet nîşandan û ji wan 3 jin wekî parlamenter hatin hilbijartin. Di hilbijartinên rêveberiya herêmî de jî 106 jin wekî hevşaredar hatin hilbijartin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di 7’ê Tîrmeha 1954'an de “Peymana Mafên Siyasî yên Jinan” hemû mafên jinan û mafên mêr wekî hev îlan kir û ev peyman îmez kir.Bi vê peymanê mafê jin û mêr ên hilbijartinê wek hev kir û xist bin parastinê. Li gel vê yekê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yüksekdag û 5 parlamenterên jin yên HDP’ê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û 24 hevşaredarên DBP’î yên jin, bi biryarên KHK’ê hatin girtin. Dîsa Berdevka Kongreya Jinen Azad (KJA) Ayla Akat Ata jî di navte bi giştî 30 jinên kurd ên bijartî hatin girtin û hêj girtî ne.
Her çend jina kurd bi vê peymana ku Tirkiye îmze kiriye û bi zagonên xwe xistiye bin parastinê jî îro 30 jinên kurd ên bi awayekî fermî hatin hilbijartin li girtîgehan in. Ev tabloya heyî diyar dike ku bi awayekî fermî û zagonî mafê jinê yê hilbijartinê hebe jî bi awayekî fîlî mafê jina kurd tune ye.
GEL HILBIJART KHK’ê ŞAND ZINDANÊ
Endama Koma Jinên Şopdarê Wekheiyê (EŞİTİZ) Prz. Hulya Gulbahar, têkildarî vê tabloya heyî diyar kir ku girtina siyasetmedarên jin ên HDP’ê darbeya li dijî vîna jinê ye û wiha got: “Ev li dijî vîn û dengê jinê pirsgirêkek gelek mezin e.Hebûna parlamenterên jin ji bo mafê jinê pir girîng e. Bi piraniya siyesetmedarên kurd ên girtî jin in. Ev jî nîşan dide ku vîna jinê hatiye dîlgirtin. Girtin û astengkirina xebatên jinên bijartî ya li meclîsê ji bo mafê jinan astengiyek gelek mezin e. Girtina jinan di heman demê de li dijî pergala Hevserokatiyê ye. Ev pergala ku HDP û DBP’ê xist meriyetê di qata mafê jinê de gavek gelek girîng û erênî bû. Modelek mînak bû. Girtina hevserok û hevşaredarên jin di heman demê de darbeya li dijî pergalê û vîna jinê ye.”
Prz. Gulbahar, herî dawî anî ziman ku şaredariyên DBP’ê der barê jinê û zarokan de xebaten girîn kirin û piştî bi tayînkirina qeyûman ev xebatên şaredariyan yên ji bo jin û zarokan tev hatin talankirin û belavkirin.
Gulbahar, da zanîn ku hemû saziyên jinan ên di bin baneyên şaredariyê de hatin girtin û bi vê yekêhemû jin hatin mexdûrkirin. Gulbahar, da zanîn ku her çend darbeyek mezin be jî jin bi van darbeyan têk naçin û dê bêtir vîna xwe xurtir û bi rêxistinbikin.b