Helbestvana Fîlîstînî Saffena: Ez di tirsim li Tirkiyeyê binivîsim

ÎZMÎR - Helbestvan Saffena Îsmaîl Sedta a ku hêj 6 salî bû jiyana wê ya koçberiyê ji Urdun, Cezayîr, Misir, Sûriye û bi şer re gihişt Tirkiyeyê diyar kir ku ew ditirse ku derbarê tiştên li Tirkiyeyê tê jiyîn de helbest binivîse.

Helbestvana Fîlîstînî Saffena Îsmaîl Sedat (45) ji be şerê li Sûriyeyê ku 7 sale didome mecbûr ma koçberî Tirkiyeyê bibe, bi dehan caran ji şerê Rojhilata Navîn para xwe girtiye, her tim li ser riya koçberiyê bûye. Saffena ku hêj 6 salî bû ji Fîlîstînê koçber bû, piştre diçe Urdun, Cezayîr, Misir û Sûriyeyê û her dawî jî tê Tirkiyeyê. Jiyana koçberiyê ya Saffena bi êrîşa li dijî gundê Juseyir despê kir û derbasî Urdunê bûn. Seffena piştî demekê li Urdinê ma bi malbata xwe re derbasî Cezayîr û Misirê bû. li Misirê jî ji ber zextên siyasî Saffena piştî 2 salan mecbûr m abi malbata xwe re berê xwe bide Sûriyeyê.

TIŞTÊN JIYAYE DI HEVAKÊN XWE DE DID JIYÎN

Saffena ku helbestvane di helbestên xwe de tiştên gelê Fîlîstînê dijî vedibêje. Saffena ku li Sûriyeyê jî di nava têkoşîna jinan de cih girt, di helbestên xwe de cih dide jinên li girtîgehên Îsraîlê rastî îşkenceyê tên, tên qetilkirin û bi helbestên xwe jîn dide têkoşîna Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê (FHKC). Saffena ku li Tirkiyeyê tişta hêvî dikir ne dît, li benda roja vegere Lazkiyeyê û jiyana xwe ji dihaberê re vegot.

'ME TEXMÎN NE KIR KU EM Ê JI LAZKIYEYÊ DERKEVIN’

Saffena, diyar kir ku dema em cara yekemîn koçber bûn gundê wan Juseyir hatibû şewitandin, xirakirin û wiha got: “Kalê min di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Ez bi malbata xwe re çûm Urdunê û li kampa koçberên Fîlîstînê man. Ji ber şertên jiyanê em mecbûr bûn koçberî Cezayîrê bikin û piştre jî derbasî Misirê bibin. Herî dawî em derbasî bajarê Lazkiyeyê yê Sûriyeyê ku Elewî, Sunî, Xisirstiyan, Ereb, Kurd bi hevre di nava aştiyê de dijîn bûn. Bi destpêkirina şer me texmîn ne dikir ku em ê ji Lazkiyeyê derkevin.”

'DAÎŞ HAT LAZKIYE BÛ XIRABE’

Saffena, da zanîn ku malbata Esad jî gelek zilm kiriye û wiha pêde çû: “Lê bi êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Lazkiyeyê re ji bo me koçberiyek din destpê kir. Ji bajar destpêkê Ereb, Kurd, Xiristiyan, Sunî, Elewî û gelê din dest bi revê kirin. Lazkiyeya ku sembola aştiyê bû, bi hatina DAÎŞ’ê re bû xirabe.”

'TÊKOŞÎNA KU KURD BI GELÊN SÛRIYEYÊ RE DIDE GIRÎNGE’

Saffena, anî ziman ku beriya şer li Sûriyeyê herî zêde gelê kurd bindest bû û wiha domand: “Me bi kurdan re têkoşîn da meşandin. Bi destpêkirina şer re me ji kurdan piştgiriyek mezin girt. Heta em hatin Tirkiyeyê kurd ji me re bûn alîkar. Gelê kurd niha li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ û hemû bêmafiyan bi gelên din re têdikoşe û ev têkoşîna wan gelek girînge. Hêviya me ya herî mezin ewe ku DAÎŞ ji Sûriyeyê bê derxistin.”

'DIVÊ TIRKIYE BÊ ŞER ÇARESERIYÊ BIBÎNE’

Saffena, diyar kir ku piştî hatine Tirkiyeyê, bûne şahide şer, şerê Tirkiye bi gelê kurd re dijî dişibe şerê Îsraîlê yê li dijî gelê Fîlîstînê û wiha got: “Ji bo Tirkiye ne şibe welatên din ên li Rojhilata Navîn divê li şûna şer bala xwe bide ser çareseriyê. Divê bê şer çareseriyê bibîne. Li pêşberî Tirkiyeyê çareseriyek heye, divê vê baş binirxîne. Ji bo Tirkiye nebe wekî Sûriyeyê divê vê firsendê baş binirxîne. Çareseriya li Tirkiyeyê bi pêkanîna daxwazên gelê kurd pêkane.”

'EZ DITIRSIM TIŞTÎN LI TIRKIYEYÊ TÊN JIYÎN BINIVÎSIM’

Saffena, destnîşan kir ku ew naxwaze şer bijî û vebêje û wiha axivî: “Bixwazim nexwazim di helbestên min de şer heye. Her tim di xewna xwe de şer dibinim ji ber vê mecbûr dimînim binivîsim. Dibe ku nikarim xêz bikim lê bi helbestê şer vedibêjim. Helberst wekî behre ye û behr jî wekî kêşanê ye. Tu gotinên ver diavêjî ew cihê xwe dibînin. Min helbesta xwe ya destpêkê ji bo gelê Fîlîstînê yê jiyana xwe ji dest da nivîsî. Piştre ji bo dayîkên êş dikişînin û ji bo Roja Dayîkan nivîsand. Min ji bo dayîkên ducanî yên li girtîgehên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan nivîsand. Lê êdî ji nivîsandina helbestan ditirsim. Ez dixwazin derbarê tiştên li Tirkiyeyê tê jiyîn de helbest binivîsim. Ger binivîsim em ê mecbûr bimînin ji vir koçber bibin. Ez ditirsim ku dê yek bêje ‘tu jî ji wanî’.”

Ruken Demîr / Cîhan Başakçioglu - dihaber