DÎLOK - 5 jinên dîlokî, sifirê ku wek karê mêran tê zanîn neqş dikin û wê bîrbiriya ku li civakê serwer e dirûxînin. Jinan wiha got: "Di warê aborî de em li ser piyên xwe disekinin û li gel vê ji bo dubare pîşeya dîrokî jîndar bibe em li ber xwe didin."
Sifirikê di dîrokê de yek ji wan madenên ku herî zêde hatiye tercîhkirin û navê xwe li serdemekê kiriye niha bi destê jinan ji nû ve jîndar dibe. Li Taxa Karagoz a navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê 5 jin 5 sal berê dikanek vekirin û dest bi karê sifirê kirin.
BUHA LI GOR MALZEME Û ŞIXULKARIYÊ DIGUHERE
Hosteya sifirê Nuray Sonmez a 38 salî, ragihand ku ew 5 jin hatine gel hev û kargehek vekirine û ew sîparîşên ku esnafên li çarşiya sifiran didin wan çêdikin. Sonmez, da zanîn ku buhayê her berî li gor malzemeyê ku tê bikaranîn û şuxulkariya wê diguhere.
Tulay Demir a 57 salî, got ku ew bi qursan hînî vî pîşeyî bûne. Demir, dest nîşan kir ku ew bi xwe hildiberînin û wiha got: "Ev kar karekî ku zêde keda destan divê. Destê me jinan ji bo neqşan baş e. Di dema hînbûnê de em pir netengijîn. Di heman demê de, karekî zaf bi zewq e jî. Jin bi qasî ku dikarin li her qadên jiyanê bi serkevin hêzdar in. Heta niha şagirtên me tune ne, lê heke daxwaz hebe em ê hîn bikin. Li gel cezwe, tas û amûrên mitbexê em li ser sîparîşan amûrên diyariyê jî çêdikin."
'WEK KARÊ MÊR TÊ ZANÎN'
Ozlem Kaya ya 23 salî, anî ziman ku ew bi karekî ku mêr bi xwe jî bi zorê dikin re bilî dibin. Kaya got ku jin dikarin ji derheqê karên zehmet jî derkevin. Kaya, got ku mêr vî karê ku niha li ber jibîrkirinê ye bêyî dilê xwe dikin, lê belê ew wek jinan karê sifirê bi kêfxweşî îcra dikin û wiha axivî: "Di dema hînbûnê de em hay ji kêrîbûna destên xwe bûn. Paşê me biryar da ku em ê karibin vî karî bikin û me kargeha xwe vekir. Wek jinan em naxwazin ev pîşe bimire. Tenê wek karekî mêra tê zanîn, lê belê em vê nêzîkatiyê rast nabînin. Bi kirina vî karî em vê bîrbiriyê ji holê radikin."
‘JI BO ZÎNDEKIRINA PÎŞEYA DÎROKÎ EM LI BER XWE DIDIN'
Kaya, xwest ku jin xwedî li pîşeyên bikaranîna sifirê yên li ber jibîrkirinê ne derkevin û wiha got: "Her jin dikare vî karî bike. Çimkî azwerî û xîret ber bi serketinê ve dibe. Bi qasî keda xwe em qezenc dikin. Lê belê, em vî karî tenê ji bo aboriyê nakin. Di warê aborî de em li ser piyên xwe disekinin û li gel vê ji bo dubare pîşeya dîrokî jîndar bibe em li ber xwe didin."