STENBOL - Parêzer Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku di doza Yasemîn Çakal de ber bi dawiyê ve hatine û wiha berdewam kir: "Dikaribî şerta kontrola edlî pêk bê. Vî ji bo zilam dikin lê dema ku mijar dibe jin pêk naynin. Ev di zimanê hiqûqê de parastina cewherî ye û di zimanê polîtîk de jî xwedî derketina jiyana xwe ye."
Yasemîn Çakal ji bo ku xwe û zarokên xwe biparêzê di 10'ê tîrmeha 2014'an de hevserê xwe yê li dijî wê şîdet bi kar dianî kuşt. Hevserê wê yê berê Çakal hewl da bi qayişê bixeniqîne, Çakal jî bi kêra li ser maseyê xwe parast. Hevserê wê Ozkan Kaymakli jiyana xwe ji dest da, Çakal jî 3 sal in li Girtîgeha Bakirkoyê ye.
Çakal di nava vî demê de hat darizandin û rojên borî danişîna wê ya 14'emîn li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Di danişînê de bi rapora Saziya Tiba Edlî hate nîşandan ku Çakal rastî şîdetê hatiye, di bedena wê de şopên îşkenceyê yên kur hene. Ji ber ku ev rapor di mutalaya dozger de cih negirt jinan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Ji parêzeran Dîren CEvahîr Şen a ku geşedanan dişopîne têkîldarî danişîna pêş nêrînên xwe parve kir.
'DADGEHÊ XWEST BI 2 DANIŞÎNAN BIRYARÊ BIDE'
Şen anî ziman ku ji danişîna 2'yemîn heta niha bûne mudaxîlê doza Çakal û heyeta dadgehê hewl daye ku di danişêna duyemîn de mutalayê bide û dozê bi encam bike. Şen diyar kir ku heyeta dadgehê hewl daye ku bi lez û bez ceza bide Çakal û piştî ku ew mudaxîlî dozê bûne rewşa dozê hatiye guhertin. Şen wiha got: "Ji bo delîl bên komkirin me israr kir. Bi vî rengî me doz kir dozeke polîtîk. Piştgiriya jinan çêbû. Rewşa Yasemînê hat dîtin."
Şen diyar kir ku destpêkê dosya ji bo lêkolîna pêzanan jî nehatiye şandin û wiha got: "Pİştî israra me ya ji bo şandina Saziya Tiba Edlî dozya hate şandin. Saziya Tiba Edlî Saziyekî ku em zêde pêbawer nînin. Lê ev jî tiştekî baş bû. Dosya ji bo pêzan lêkolîn bike şandin Saziya Tiba Edlî. Têkîldarî Yasemînê rewşa fîzîkî, psîkolojîk hate lêkolînkirin. Piştre şahid jî nehatibûn guhdarkirin. Şahid hatin guhdarkirin. Bi vî rengî jî heyetê xwest bi encam bike. Lê piştî ku em bûn mudaxîl dosya heta îro hat."
'JI JINÊN KU JI NEYÊN KUŞTIN KUŞT E'
Şen destnîşan kir ku derket holê ku Çakal bi awayekî sîstematîk rastî şîdetê hatiye û hem şahidan hem jî Çakal bixwe gotiye rastî şîdeta sîstematîk hatiye. Şen wiha berdewam kir: "Yasemîn ji jinên ku ji bo neyên kuştin, kuştiye ye. Li gorî mewzueta cezayê divê Yasemîn ji hikmên parastina cewherî sûdê bigire. Em dixwazin bi vî rengî Yasemîn azad be. Yasemîn heq dike li cem zaroka xwe be."
Şen diyar kir ku doza Çakal di 4'ê tîrmehê de ye û nêzîkî biryarê bûne, ger vê carê nebe jî di danişîna din de dê biryar derkeve û wiha got: "Em ê di dozê de gotinên xwe yên ji bo rapora pêzanan bibêjin. Me her carê xwest Yasemîn bêyî girtî bê darizandin. Lê heyetê bi israr biryara berdewamkirina girtîbûnê da."
Şen got ku ew ê di 4'ê tîrmehê de jî bixwazin Yasemîn Çakal bêyî girtî bê darizandin.
Şen a ku nirxandina "ger ku li heman kursiya bersûcê zilam hebûya dê helwesta heyeta dadgehê bihata guherandin" bi kar anî got ku dema ku mijar dibe jin objektîf nêzîkatî çênabe û cezayên zilaman tên kêmkirin. Şen wiha got: "Divê Yasemîn bêyî girtî bê darizandin. Dikaribûn hikmê kontrola edlî bi kar bînin. Ji bo gelek zilaman vê dikin lê Yasemîn an jî jinên din dema ku dibin mijar dadgeh bi vî rengî nêzîk dibin."
Sadiye Eser - dîhaber