STENBOL - Meclîsên Jinan a HDK'ê, danezana encama komxebata jinan weşand û diyar kir ku ew dê jiyana nû bi hevre ava bikin û pêş bixin. Meclîsê diyar kir ku dê di serî de li herêmên pîlot, tax û qadên jiyanê qadên jinan ên hilberînê, warên rêxistinkirina cewherî û malên jinan ava bikin.
Meclisên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encama komxebatê ya di navbera 3-4'ê Hezirane de li Şişliyê pêk hat bi danezanekê ji rayagiştî re aşkere kirin. Meclîsê di kargeriya bi navê “Hilberîn û serfkirin, em parvekirinê bi piştevaniya jinê ji nûve ava dikin" hilberinên jinan parvekirin, şêwirmendî û rêxistina serdema nû ya jinan niqaş kirin. Encamnameya komxebatê bi sernavê "Em jiyana nû bi hevre bi rêxistin bikin" bi raya giştî re parve kir. Meclîsê, di encamnameyê de diyar kir ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayên dijminantiya jinê pêş xist û wiha got: "AKP berî her tiştî êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Li ser hemû gelan polîtîkayên şer dimeşîne. Di serdema îktîdara AKP'ê de olperestî, nijadperestî û zayendîperestî derketiye asta herî jor. Hikûmet bi polîtikayên faşizan berî her tiştî êrîşî nirx û destkeftiyên jinan dikin. Dixwazin li şûna aqilê jinê yê bi ruhê demokratik, kolektif û komünal tev digere dixwaze aqilê mêr serdest bikin. Dixwaze feraseta mêr a cînayeta jinan tundiya jinan esas digire rewa bikin û destdirêjiyê bikin ji rêzê. Em bi vê xebata xwe dixwazin li dijî patrîarka kapîtalîst a li dijî aştî, azadî û wekheviyê bi navê ‘Berê jinê bukujin' tê avakirin û li dijî faşizmê li hemû qadan yekîtî û rêxistina cewherî ya jinan ava bikin. Em wekî Meclîsa Jinan a HDK'ê bi hemû hêzên xwe yên berxwedêr xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna hevpar ava bikin. Em dê jiyana nû bi hevre bi rêxistin bikin. Di serî de li herêmên pîlot, tax û qadên jiyanê qadên jinan ên hilberînê, warên rêxistinkirina cewherî û malên jinan ava bikin."