TJA ji bo nexşerêya nû li hev civiya: Em ê rêxistinbûnê mezin bikin

AMED - TJA li dijî her cure şidetê li hev civiyan û 1'emîn civîna navborî dest pê kir. Aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan, diyar kir ku hem li dijî jinan û hem jî li dijî gelan, rêbazeke taybet a êrîşan hatiye destpêkirin û got ku "Divê em wekî jin rêxistinbûna xwe mezin bikin."

1'emîn civîna navborî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Salona Konfernasê ya Vedat Aydin a DBP'a Amedê dest pê kir. Jinan di civînê de mijarên wekî pêvajoya siyasî, kumkjiyên jinan, îstismara zayendî û êrîşên li dijî jinan girtin dest, dê nexşerêya pêvajoya nû bê diyarkirin. Ji gelek herêman bi sedan jin beşdarî civînê bûn. Dîsa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Serokwekîla Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koyîgît û wekîlên HDP'ê jî cihên xwe girtin. Di salonê de wêyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên wekî "Em ji Sarayan heta sêvêyan berbi azadiyê ve dimeşin", "Rêbertiya azad, Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a azad" û "Em ê bi Rêbertiyê re teqes bi ser kevin" hatin daliqandin.

Destpêkê ji bo jinên ku hatine qetilkirin, deqeyekî rêzgirtin pêk hat û aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan axaftina vekirinê kir.

'NEXŞERÊYA NÛ, RÊYA NÛ'

Kaşan aşkera kir ku di hemû serdemên dijwar de jinên kurd têkoşîn mezin kirine û sedema civîna 2 rojan vegot. Kaşan da zanîn ku krîzeke siyasî heye û tiştên diqewimin jî wekî şerê cîhanê yê 3'yemîn pênase kir. Kaşan got ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û aşkera kir ku di sedsala 21'emîn de modernîteya kapîtalîst krîzekî dijî. Kaşan diyar kir ku di şexsê Rojava de êrîşeke hovane hatiye destpêkirin û wiha got: "Ev hevkarî, komkujiya kurdan esas digire. Di navbera gelan de têkoşîneke nû dest pê dike. Em jî wekî jin di vê pêvajoya nû de nexşerêyek nû amade dikin."

‘POLÎTÎKAYA NÛ’

Kaşan da zanîn ku dê sedsala 21'emîn, sedsala jin û gelan be û wiha axivî: "Rêbazeke êrîşên nû li dijî gelê kurd hatye destpêkirin. Bi van êrîşan re qeyûm taînî şaredariyan kirin, saziyên dane girtin. Li dijî têkoşîna gelê kurd, berxwedan, dîrok û çandê êrîşeke mezin heye. Dixwazin peyama 'Ez bixwazin hûn dikarin bêhnê bistînin' bidin gelê kurd. Dixwazin polîtîkaya neteweya demokratîk a HDP'ê tasfiye bikin. Di serî de kumkujiyên jinan, îstismara zayendî ya li dijî zarokan û her cure qirêjî li Kurdistanê dest pê kiriye. Hem li dijî jinan û hem jî li dijî gelan êrîşeke nû dane destpêkirin. Em ê hemû êrîşên li dijî gelê kurd li vir nîqaş bikin."

‘EM Ê PRESPEKTÎFA OCALAN ESAS BIGIRIN’

Kaşan destnîşan kir ku wan wekî TJA nexşerêyeke nû ya têkoşînê daye pêşiya xwe û wiha pê de çû: "Divê em wekî jin li dora vê xwe bi rêxistin bikin. Komkujiyên li dijî jinan jî ji bo pêşiya destkeftiyên gelê kurd bigirin, dane destpêkirin. Ji bo statuya gelê kurd ji holê rakin, li Îmraliyê tecrîd dest pê kir û her roj kurtir dibe. Vîna gelê kurd di binê tecrîdê de ye, prespektîfeke ji derveyê prespektîfên Rêbertiyê dê me bêhtir berbi tasfiyeyê ve bihere. Ji ber wê jî em ê di vê çarçoveyê de prespektîfên Rêbertiyê esas bigirin û nîqaşên xwe bimeşînin."

Piştî axaftina vekirinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Dê civîna jinan sibê jî bidome.