Jinan li dijî kana komirê mala sabûnê avakir

MANÎSA - 24 jinên Soma, bi salogana "Xweliya Komirê bêhna sabûnê" li Çiyayê Xweliyê li dijî komirê mala sabûnê avakirin. Jin bi vê hewldanê dixwazin aboriya alternatif pêş bixin.

Li navçeya Soma ya Manîsayê 24 jin û zilamek li dijî kan û tesîsên komirê li Çiyayê Xweliyê mala Sabûnê ava kirin. 24 jinên ku di tesîsên kamirê de dixebitîn û Kenan Kahya piştî facîaya kana komirê bi rêbaza tifaqî "Mala Sabûnê avakirin. Jinan li dijî tenî û xweliya komirê dest bi hilberîna sabûna bêhn xweş kirin. Jin bi berhem û amûrên xwezayî hilberînê dikin û bi awayekî kolektif paket dikin û difiroşin.

Sazumankara Mala Sabûnê Nazmiye Suer (52), diyar kir ku hem hilberîna sabûnê dikin û hem jî finda bi bêhn hildiberinin û difiroşin. Suer, anî ziman ku ew findan ji betekên hingiv çêdikin û wiha got: "Li vir 24 jin dixebitin. 24 jinên temenê wan cuda hilberîna sabûnê dikin û em bi sabûnê debara xwe dikin. Me berê komir kom dikir. Hem karekî pir zahmet bû û me jî zerar dida tenduristiya me. Me xwest li hemberî vî karî karê sebûnê bikin. Em li vir sabûna bêhna xweş hildiberînin. Em bi silogana ‘Teniya Komimê Bêhna Sabûnê" hilberînê dikin. Ji ber ku em li vir dixebitin em pir kêfxweş in.

‘LI DIJÎ KOMKIRINA KOMIRÊ SABÛN'

Kenan Kahya yê piştî facîaya kana komirê hat li Soma bi cih bû, piştevaniye dide jinan. Kahya, diyar kir ku ew mimarê herêmî yê "Mala Sabûnê" ye û wiha got: "Ev mal berê malek kevir a hilberina sabûnê bû. Li vê malê 24 jin dixebitin. Ji gihayê bi şîfa hilberina sabûnê dikin. Jin li dijî komirê wekî alternatif sabûnê hildiberînin. Li vê malê jiyanek ekolojîk heye. Li vir rêvberî kolektif û bi hevre ye. Em dê li her derê qala Mala Sabûnê bikin. Em dê kesên din beşdarî vê xebatê bikin û xebatê mezin bikin. Em hewl didin ku zebareya xwe mezin bikin. Li pêş mala me malek vala heye. Em dê wir jî bikin mala kahweyê ya jinan.
Dîsa em dê li vir pirtûkxaneyê ava bikin. Em dê jiyana ekoloîk pêş bixin.