DÎLOK - Dayik û keça xwe yên ji Uçakê, ji bo debara xwe bikin kolan bi kolan, bajar bi bajar dikgerin û bi firotina mahfur û bataniyan debara xwe dikin.
Dayika 3 zarokan Hatice Çetiner (33) û keça xwe Zumrut Çetiner ên ji Uşakê ne, li taxa Kocatepe ya navçeya Şehit Kamîl a Dilokê, bi firotina bataniyê û mahfuran, debara xwedike. Dayik, Hatice Çetiner, diyar kir ku bajar bi bajar digerin û bi firotina batanî û mahfuran debara xwe dikin. Dayik û keça xwe li kolan kolan, tax tax digire û welatiyan li dora xwe kom dike û pênase û danazîna alav û amûrên xwe dike û difiroşe. Dayik û keça xwe ya seyarfiroşiyê dikin, diyar kir ku heta ji destê wê tê ew muşteriyên xwe destvala naşînin.
JIN HEM HILDIBERÎNE HEM DIFIROŞE
Dayik Çetiner, diyar kir ku ji ber karê bi sîgorta bi dest nexist, neçar ma vî kari bike û sal 12 meh bêyî li sar û sermayê guhdar bike seyarfiroşiyê dikin. Çetîner, anî ziman ku ew mahfur û bataniyên ku jin li fabrîqeyên Uşakê hildiberînin dikire û li bajaran difiroşe. Çetiner wiha got: "Em van batanî û mahfuran bi komî digirin û yek bi yek difiroşin. Qezenca me ne sabît e. Em mahfuran bi 100 TL difiroşin. Em rojê 30 -40 TL qezenç dikin. Em hin rojan kêm hin rojan zêde qezenç dikin.