‘Rixmî binçavkirinan jî dê biryar bikevin jiyanê’

AMED - Eylem Ceylan bertek nîşanî binçavkirina aktîvîstên TJA'yê da û da zanîn ku ev ne tesaduf e û aşkera kir ku ji bo civîna navborî sabote bikin, ev binçavkirin pêk hatine, rixmê vê jî dê biryarên ku hatine girtin, bixin jiyanê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo li dijî her cûre êrîşên li dijî jinê têkoşînê bide meşandin, di bin navê civîna navborî de hatin gel hev, di roja 2'yemîn de, gelek aktîvîstên TJA'yê hatin binçavkirin. Aktîvîsta TJA'yê Eylem Ceylan diyar kir ku binçavkirn ne tesadufî ye û aşkera kir ku kesên têkoşîna jinê dimeşînin tên binçavkirin, rixmê vê jî ji ber zêdebûna jinan û tevlêbûna civîkê kêfxweşiya xwe anî ziman.

‘NE TESADUFÎ YE’

Ceylan destnîşan kir ku wan di civînê de şidet û êrîşa li dijî jinan nîqaş kiriye û wiha pê de çû: "Di dema van nîqaşan de binçavkirina hevrêyên me ne tesadufî ye. Kesên li Tirkiyeyê kumkujiyên jinan pêk tinin û êrîşê jinan dikin, der barê wan de lêpirsîn nayê destpêkirin, lê jinên li dijî vê hişmendiyê tê dikoşin, sed mixabin ew tên girtin. Armanca wan ew e civînê vala derxin, çavê jinan bitirsînin. Rixmê vê jî tevlêbûnek xurt hebû û gelek biryarên girîng hatin girtin. Em ê van bixin jiyanê. AKP dixwaze hêza jinê bişkêne û wan di malê de hepis bike."

Ceylan piştrast kir ku piştî hevrêyên wan hatine binçavkirin, biryara veşartî dane ser dosyayê, ji ber wê ew der bare binçavkirinê de ne xwedî agahî ne û xwest demil dest hevrêyên wan serbest bên berdan.