AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş bal kişand ser êrîşên demen dawî yên li dijî jinê û diyar kir ku ji bo jiyan pêhtirê bê rêxistinkirin, divê têkoşîn bê mezinkirin û wiha axivî: "Dine mêrên HDPî û CHP'î neyên gel hev, lê jinên HDP'î û CHP'î dikarin bên gel hev û bibin mînak.
Di dema hikumeta AKP'ê de êrîşên li dijî civakê û bi taybetî li dijî jinê derketine asta herî jor. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîlem Kuçukkeleş, aşkera kir ku şerê li Tirkiyeyê di 2 salên dawî de hêj zêdetir kûr bûye û wiha axivî: "Di baweriya elewiyan de ji dilopan derya, ji deryayê dilopbûyîn heye. Em hemû dilopin, heke em bên gel hev em dikarin bibin
derya." Kuçukkeleş bang li tevahiya jinan kir ku li dijî polîtîkayên zayendîperest ên AKP'ê têkoşîna hevbeş bidin.
'MIROVAHÎ DI BIN ÊRÎŞAN DE YE'
Kuçukkeleş piştrast kir ku şerê li Rojhilata Navîn bandoreke xirab li ser jiyana hemû zindiyan dike û da zanîn ku jin yekane çîna ku li dijî vî şerî derdikeve û wiha got: "Ev şer hemû berhemên mirovahiyê ji holê radike. Cenaze li kuçeyan man, li goristanên bêkesan hatin veşartin. Lê rixmê her tiştî jî em wek jin, dikarin cudahiya xwe daynin holê."
‘TÊKOŞÎNA MEZIN JIN DIDE'
Kuçukkeleş destnîşan kir ku demokrasî û aştî bi têkoşîna jinê dikare bê û got ku vîna jinê bandoreke mezin li ser siyaseta cîhanê dike. Kuçukkeleş derbirî ku di hemû pêvajoyan de jinan helwesta xwe daniye holê û wiha pê de çû: "Em bandorê li ser siyaseta cîhanê dikin. Dema em li vir li dijî AKP'ê tê dikoşin, li Amerîkayê jî jin li dijî Trump tê dikoşin. Ji bo wê heke têkşîna jinê mezin bibe,
û jin bêje 'li gorî wijdana jinê ev wiha nabe, ez bi wijdan û bi aqilê xwe dibêjim ev rê ne rê ye', dê bi hêzeke xur cîhan bê guherandin."
‘WEKÎ ARÎNÊ DEMA DIÇE MIRINÊ JIYANÊ DIHÊLE'
Kuçukkeleş berxwedana Arîn Mîrkan jî bi bîr xist û aşkera kir ku ev têkoşîn, têkoşîneke bi mînak e û ev tişt got: "Her cara ku em ketine rê, pêşniyareke jinê derketiye holê. Mînaka vê ya herî şênber jî Arîn Mîrkan e. Arînê da nîşan ku vîna mirovan hêzeke çawa derdixe holê. Tam jî wekî Arînê, ne em dimirin, qediyan û ji olê rabûn, berojaviyê wê, dema em diçin mirinê jî jiyanê ava dikin."
Kuçukkeleş got ku "Divê jin polîtîkaya tirsê vala derxin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hemû qadên jiyanê de xwestin tirsê bidin avakirin. Yek ji van mînakan jî Ekîn Wan e, bi bedena jinê xwestin peyamekî bidin. Dibêjin ku 'Heke hûn neyên rê, dê dawiya we ev be.' Lê jin tu carî ranewestiyan û li dijî polîtîkayên AKP'ê têkoşîn dan."
Kuçukkeleş herî dawî diyar kir ku heke ew wekî jin bên gel hev dê bibin deryayek mezin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mînak dibe CHP û HDP neyên ba hev, lê jinên CHP'î û HDP'î dikarin bên gel hev. Di hevbeşiya mêran de xêrek tune, lê di hevbeşiya jinan de xêrek baş heye. Teqes divê em vê hevkariyê derxin holê û ji siyaseta Tirkiyeyê re jî bibin mînak."