STENBOL - Jinên ku beşdarî kargeriya xweparsitinê ya Rêxistina Jinê ya Mor Dayanişmayê dibin, li kuçe û kolanan hîn bêtir bi xwe bawer in û ewle ne. Her wiha bi atolyeyê hişmendiya ku jin di warê fizîkî de ji mêran qelstir in jî serobino dibe.
Bi mebesta li dijî şidetê Rêxistina Jinê ya Mor Dayanişmayê, dest bi dersên xweparastinê kirin. Atolye di 1'ê Gulana 2017'an de dest pê kir û bi dehan jin beşdarî atolyeyê bûn. Jinên ku beşdarî atolyeyê dibin, dema li kuçe û kolanan dimeşin hîn bêtir bi xwe ewle û bawer in. Jinan diyar kir ku ew bi kumlêdana kîsên qûmê tirsa li ser xwe davêjin. Atolye ê heta dawiya Tîrmehê li eywana Komeleya Çandê ya Kuçeyê bidomîne. Li atolyeyê jin bi pêgavên biçûk bêbandorkirina êrîşkar hîn dibin.
Mamosteya Pêşvexistina Zarokan Arzû Kuçuk (28) ku li atolyeyê dersê dibîne, got ku li hemberî zêdebûna şidetê dersên xweparastinê şert in. Kuçuk, dest nîşan kir ku her diçe qadên jinan tên tengkirin û wiha got: "Diwazin em qet ji malên xwe dernekevin. Dibêjin wê çaxê dê êrîşa zayendî û şidet li wan neyê kirin. Em ne ji kuçeyan û ne jî ji jiyanê vediqetin. Em bi xweparastinê cihê xwe têkûztir dikin."
Kuçuk, dest nîşan kir ku ji ber karê xwe ew bi zarokan re eleqedar dibe û wiha axivî: "Em dibînin ku dest davêjin zarokan jî. Yanî niha ez hînî vê dibim, di pêşerojê de ji bo parastina zarokan jî ez dibêm wergirtina dersên xweparastinê şert e."
‘MÎNAKA JINA MAQÛL TÊ FERZKIRIN'
Alev Tosûn (28) jî, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê jinbûn pir zehmet e. Tosûn, got ku îro jî ew bi mantiqa dewleta mêrî tên birêvebirin û li hemberî vê pêdivî bi têkoşînê heye. Tosûn, anî ziman ku di demên dawî de çewisandin û êrîş zêde bûne û herî zêde jin zirarê dibînin û wiha got: "Em rastî şideta derûnî, fizîkî û zayendî tên. Dixwazin qadên kar û kuçeyan ji me re bigirin. Mînaka jina maqûl li me tê ferzkirin. Li hemberî vana têkoşîn divê. Belkî jî ji bo vê dersên xweparastinê gava ewil e."
Mamosteya Dîrokê ya nehatiye tayînkirin Elîf Yaş (28) jî wiha axivî: "Heta niha qet nedihat bîra min ku ez ê di warê fizîkî de mêrekî têk bibim. Berî beşdarî dersan bibim, min digot mêr ji jinan bihêztir in. Min digot ez ê nikaribim mêrekî têk bibim. Lê belê, niha bawer dikim ku bi çend pêngavan ez ê karibim mêrên qerase jî bixînim. Li vir a girîng ew e ku tu yê kengî û li kuderê lê bidî."
Yaş, ragihand ku ew tiştên ku li qursê hîn dibe hînî hevalên xwe jî dike û wiha got: "Mesela heta niha dema hevaleke me li nêv kuçeyê rastî êrîşekê bihatana ewil me dixwest hin kes bên hawariya me, lê a rast divê em li wir karibin alîkariya wê bikin. Wê qursa me heta dawiya Tîrmehê bidome, lê wê ji bo min neqede. Ez ê tim hewl bidim ku tiştên din hîn bibim."
Asya İnedi - dihaber