AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), binçavkirina 28 siyasetmedarên kurd şermezar kirin.
Li Amedê di 14'ê Hezîranê de polîsan bi ser malan de girt û 28 siyasetmedarên kurd binçavkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêş avahiya DBP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anî û binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kir. Beriya rêveberên TJA'yê xwest daxuyanî bidin polîsan bi hinceta OHAL’ê diyar kirin ku destûr nadin. Endamên TJA'yê israr kirin ku daxuyaniye bidin. Piştî niqaşa di navbera polis û endamên TJA'yê de, endamên TJA'yê li ber avahiya DBP'ê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Jinan piştî çalakiya rûniştinê pêk anîn, derbasi avahiya DBP'ê bûn. TJA piştre daxuyaniyek nivîskî dan û polîtikayên AKP'ê şermezar kirin. TJA di daxuyaniyê de anî ziman ku Tirkiye li ser zinarekî mezin û di nava kaosek mezin de ye.