STENBOL - Jin bi navê Melîsa Saglam (21) bi hinceta "Di Remezanê de etekê kin li xwe kiriye" bi êrîşê rê rû bi rû mabû, bi jnan re çû edliyeyê û serlêdana sûc kir. Saglam got ku "Ev mirov dest û milên xwe dihejînin û ji xwe re digerin, lê ez nikarim bigirim. Dema ku jinek hat kuştin û hûn biçin ser gora wê, divê hêj nehatiye kuştin hûn li gel wê cihê xwe bigirin."
Di pêşengiya Hevgirtina Jinên Nar de, ji bo piştgirî bidin Melîsa Saglam, komek jin li ber Edliyeya Anadoluyê li hev civiyan û êrîşa li Pendîk-Aydosê li dijî Saglam pêk hatibû, şermezar kirin. Êrîşa bi hinceta "Tu di Remezanê de etekê kin li xwe dikî" pêk hatibû. Malbatê bertek nîşanê êrîşê dabû û xwestibû êrîşkar bê cezakirin. Daxuyaniya ku malbata Saglam jî beşdar bû de, pankarta "Hevgirtina jinê bi hêz e û Melîsa Saglam ne bi tenê ye" hat vekirin. Saglam xwest dewlet ji bo cezakirina van mirovan bikeve nav hewldanan û wiha got: "Berî ku jinek bê kuştin divê piştgiriyê bidin wê, ne xwe piştî hat kuştin ne hewce ye kes biçe ser gora wê."
Piştî daxuyaniyê jinan li edliyeyê serlêdana sûc kir.