STENBOL - 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, der barê Mehmet Çelîk ê hevsera xwe Hatice Çelik, bi sedema "Tahrîk" û "Halê baş" cezayê jê dihat xwestin daxistin û 15 sal cezayê girtîgehê birî.
Rûniştina doza Hatice Çelîk ê di 12'ê Nîsana 2016’an de ji aliyê hevserê xwe Mehmet Çelîk ve hat kuştin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Beriya rûniştina dozê Endamên Şaxa SES'ê ya Şîşlî li pêş Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî dan. Endamên SES'ê pankarta "Nebin şirîke tundiyê û li dijî tundiyê bêdeng nemînin" vekirin û bê navber siloganên “Kuştina jinan polîtîk e" û “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" berz kirin.
ÊDÎ TEHAMULIYA ME YA KUŞTINA JINAN NEMA'
Li ser navê komê Rêvebera Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Fadime Kavak, diyar kir ku di 12'ê Nîsana 2016'an de Mehmet Çelîk hevsera xwe Hatîce ji camê avêtiye û wekî întîharê nîşan daye. Kavak, anî ziman ku Çelik 2 hefteyan li nexweşxaneyê li ber xwe da û herî dawî jiyana xwe ji dest da. Kavak, ani ziman ku hevser Mehmet Çelîk bi hişmendiya kolekirinê tev digere. Kavak, anî ziman ku hemû tundiya li hemberî jinan gefa li dijî jinan e û wiha got: "Em doza Hatice Çelik wekî têkoşîna ji bo mafê jiyanê ya jinan digirin dest. Em êdî tehamul nakin ku yek jin jî bê kuştin. Endamên SES'ê piştî daxuyaniyê derbasî salona 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bûn. Di rûniştina salonê de bavê Hatice Çelik Îhsan Sozer amade bû.
Bersûc Mehmet Çelîk jî ji Girtîgeha Silivri bi riya SEGBİS'ê amade bû. Parêzera Hatice Çelik Devrim Avci Ozkurt, daxwaznameya berê pêşkêşî dadgehê kir. Bav Sozer jî anî ziman ku ew dixwaze kujer bê cezakirin.
Parêzerê besûc Mehmet Çelîk jî xwest Çelîk serbest bê berdan.
Heyeta dadgehê jî bi sedema "Tahrîk" û "Halê baş" 18 sal cezayê jê dihat xwestin daxist û bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê birî.
Parêzerên Hatîce Çelîk dê biryarê îtiraz bikin.