Taşdemîr: Em di 4'ê Tîrmehêde Yuksekdag tenê nehêlin

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî xistina wekîltiya Figen Yuksekdag, li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Dîlan Taşdemîr bang li her kesî kir û xwest di 4'ê Tîrmehê de li pêş Edliya Enqereyê beşdarû rûniştina dozê bibin û Yuksektag bi tenê nehêlin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî xistina wekîltiya Figen Yuksekdag û rûniştina doza Yuksekdag a di 4'ê Tîrmehê de li Enqere bê dîtin, li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Taşdemir, bal kişand ser kuştinên mirovên li bajarê Kurdistanê bi panzêr û maşîneyên zirxî yên polîsan tên kuştin û wina got: "Mirov nikare vê yekê wekî qeza binav bike. Ev encama polîtîkayên ewlehiyê ne. Li vir bi keyfî mirov tên kuştin. Hesabê van bûyerên li Kurdistanê tê kirin nayê pirsîn. Ji ber hesap nayê pirsîn bi keyfî û zanebûn van kuştinan pêk tînin. Ev raste rast komkujî ye. Ger ku tedbîr neyên girtin kuştinên bi vî rengê dê zêde bibin.

‘TÊKOŞÎNA JINÊ TÊ DARIZANDIN'

Taşdemir, diyar kir ku di 13'ê Hezîranê de li Amedê 23 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin û van kesan pêşengiya siyaseta jinan dikir. Taşdemir, anî ziman ku ew ne xerîbê van operasyonan in û ev êrîş û operasyon li djî têkoşina jinan pêş dikeve. Taşdemîr, anî ziman ku di 2009’an de ji heman hevalên wan bi heman sedemê hatibûn binçavkirin û girtin û îro jî li şûna cemaetê AKP bi heman ferasetê hevalên wan binçav dike û hişmendiyê berdewam dike
Taştemîr xwest hevalên wan bi lezgîn bên berdan û demek berî demekê van operasyonan bi dawî bike.

‘EM YUKSEKDAG DI 4'Ê TÎRMEHÊ DE TENÊ NEHÊLIN


Taşdemir, bal kişand ser doza rûnşitina Yuksekdag a 4'ê Tîrmehê û wiha got: "Di 4'ê Tirmehê de li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dê rûniştina doza Yuksekdag bê dîtin. Yuksekdag 242 rojin girtî ye. Ev ne dozek ji rêzê ye. Yuksekdag ji ber nasname û tekoşina xwe girtî tê darizandin. Figen Yuksekdag kesek jin, tirk û sosyalist e. Ji ber fikrên xwe yên HDP'ê û tekoşîna azadiya jinê girtî tê darizandin. Di şexsê Yuksekdag de jin û têkoşîna HDP'ê hedef tê girtin. Têkoşina demokrasî û aştiyê ya gelê kurd hedef tê girtin. Em bang li hemû jinan dikini ku di 4'ê Tîrmehê de Yuksekdag tenê nehêlin û beşdarî rûniştina doza Yuksekdag bibin."

Taşdemîr, beşdariya siyasetmedaran a bi riya SEGBÎS'ê jî şermezar kir û xwest pergala SEGBÎS'ê ji holê bê rakirin

Taşdemir, dîsa bang li hemû jinan û saziyên sivîl ên civakî kir û xwest di 4'ê Tîrmehê de bi reng û daxwazên xwe li Edliya Enqere kom bibin û piştgiriyê bidin Yuksekdag