EDENE - Jina bi navê Gulden Gozotok a 50 salî ku ji biçûkahiya xwe heta niha tevlî jiyana kar bûye diyar kir ku wê tu caran rolên jinan ên "bêhêz" û "Muhtac" ên ku zilam dixwazin qebûl ne kiriye û wiha got: "Ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî biser bixînin."
Jina bi navê Gulden Gozotok a 50 salî ji temenê xwe yê biçûktiyê ve rolên ku civakê ji jinan re çêkirine qebûl nekiriye têkoşîna xwe li dikana xwe ya cildirûnê didomîne. Gozutok, da zanîn ku di temenê xwe yê biçûk de dijî nêrîna civakê derketiye û wiha got: "Min di jiyana xwe de tu caran ji zilamekê tiştek ne xwest. Min ew jî bi neqebûlkirina rolê jinan ê 'bêhêz' û 'muhtac' ku zilam dixwest biserxist."
Gozutok, bilêv kir ku piştî zewiciye karê xwe yê cildirûtinê berdaye û wiha pêde çû: "Piştî ez zewicîm têkoşîna jiyana kar gihişt astek din. Me li malê ji ber aboriyê zehmetî dikişandin û ez ne kesekî li malê birûnime. Min li Konfeksiyonê dest bi kar kir. Ji dirûna gomlek bigire heta dirûna pantolan jî kir. Piştî ez demekê li konfeksiyonê xebitîm min dest ji kar berda. Di dema ku ez malbûm jî ji ber sparîşên min digirtin min fêdî û sebzeyên di bexçeyê xwe de çandibûn difirotin. Di dema ku ez nexebitim de ez xwe nerihet hîs dikim. Ez rojê li kar dixebitim û şevê jî karê malê dikim."
Gozutok, anî ziman ku di karê konfeksiyonê de ji ber pêşketiye li malê karê xwe domand, piştre ji xwe re dikanek vekir û wiha axivî: "Cihê min ê kar biçûke lê pêwîstiyên min bicih tîne. Ez tu wateyê nadim jinên ku zilaman ji xwe re wekî hinceta garantiyê dibînin. Ger jim bixwazin dikarin di her qadê de xwe pêş bixin. Hemû kar ji destê jinan tê. Zilam nikarin li mal runin û tiştekî biafirînin. Lê jin dikarin li mal rûnin û di gelek qadan de hilberînê çêbike. Zilam naxwazin jin bixebitin û bihêz bibin. Her tim dixwazin ew bihêz bin. Dibêjin 'zilamê malê ez im' û ji ber ku xwe li ser her tiştî dibîne difikire ku hemû mafên malê di destê wî de ne."