AMED - Xebatkara Navenda Jinê ya Jinwarê Civaknas Umran Nar anî ziman ku zewaca di temenê biçûk de bi awayekî fîzîkî, ruhî û derûnî şideta li dijî jinê ye û wiha got: "Zewaca di temenê biçûk de ne rêya xelasiyê ye."
Navenda Jinê ya Jinwarê ya girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Çinarê, der barê xebatên xwe yên "Perwerdehiya Têkoşîna Li Dijî Zewaca Bi Zorê û Di Temenên Biçûk De", pirsgirêkên jinan û tecrûbeyên xwe yî derketin holê agahî dan. Di çarçoveya xebatên navenda jinê de hat diyarkirin ku, hişmendiya der barê zewaca di temenên biçûk de qels e û di encama zordestiya civakê de, jin li dijî zewaca di temenê biçûk de nakeve nava lêpirsînekê.
JIN DI BIN ZORDESTIYÊ DE TÊDIKOŞIN
Navenda jinê da zanîn ku, zewaca di temenê biçûk de ne pirsgirîka şexsî ye, pirsgirîka cîvakî ye û dest nîşan kir ku, divê li dijî zewaca di temenê biçûk de têkoşîna cîvakî bi pêş bikeve. Navenda jinê bi 61 jinên ku di temenên biçûk de zewicî ne re hevdîtin pêk aniye û di encama hevdîtînan de derket holê ku, jin di bin darê zorê de têdikoşin û ji ber vê yekê mafê jinan a perwerdehiyê di plana duyemîn de dimîne.
JI 144 JINAN 61 JÊ DI TEMENÊN BIÇÛK DE ZEWICÎ NE
Xebatkara Navenda Jinê ya Jinwarê Civaknas Umran Nar, xebatên xwe yên li ser zewaca di temenên biçûk de nirxand û got, ji 144 jinên ku bi navenda navçeyê re hevdîtin pêk anîne, 61 jê di temenên biçûk de zewicî ne. Nar anî ziman ku, ji du jinan yek jê di temenê biçûk de zewiciye û got, li ser zêdebûna zewaca di temenên biçûk de, wan dest bi xebatên perwerdehiyê kiriye.
‘ŞIDETA LI DIJÎ JINÊ PIRSGIRÎKA CIVAKÎ YE’
Nar diyar kir ku, zewaca di temenê biçûk de, ji aliyekî ve îstîsmara zayendî ye û ji aliyekî ve jî binpêkrina mafê mirova ye û wiha berdewam kir:“Şideta li dijî jinê bi vî awayî dest pê dike. Şideta li dijî jinê ne pirsgirîka jinê ye, pirsgirîka civakî ye. Divê tevahiya civakê li dijî şideta jinê têbikoşe. Ji ber ku zewaca di temenê biçûk de şideta li ser jinê ya fîzîkî, giyanî û derunî ye. Her wiha mafê jinan ê perwerdehiyê jî, bi zewaca di temenê biçûk de ji destê wan tê derxistin.”
‘ZEWAC ŞIDETA LI DIJÎ JINÊ ZÊDE DIKE’
Nar dest nîşan kir ku, di demên şer û koçberiyê de zewaca di temenê biçûk de zêde dibe û axaftina xwe wiha domand: “Li gundan jî jin, ji ber sedema karkeriya demsalî ji mafên xwe bêpar dimînin. Karkerên demsalî ji ber vê yeke zewacê wekî xelasbûnê dibînin. Lê di encama hevdîtinên bi jinan re hat aşkerekirin ku zewac ji bo jinê ne rêya xelasbûnê ye. Her wiha bi zewacê re şîdeta li ser jinê zêde dibe. Ji ber jin di temenên biçûk de nikarin li dijî şidetê têbikoşin.”
Nar da zanîn ku, ew ê ji bo hişyarkirina li dijî zewaca di temenên biçûk de xebatên perwerdehiyê bidomînin.