STAEBOL - Êrîşkar Ercan Kizilateş ê di mînîbusê de êrîşî jina etekê kin li xwe kirîbû kir û hat binçavkirin serbest hat berdan.
Êrîşkar Ercan Kizilateş ê di mînîbusa ji Pendîk-Aydosê diçû Navçeya Pendîka Stenbolê de êrîşî Melîsa Saglam a etekê kin li xwe kiribû kir, bi biryara dozger hatibû binçavkirin. Bersûc Kizilateş ji sûçên weke "Gel ji bo dijminahiyê tehrîk kirin û kêmxistinê", "Bi zanebûn birîndar kirin" û "heqaret kirin" sewqî Dadgeha Anadoluya Kartalê hat kirin. Dozgerê lêpirsînê Mehmet Alî Yildiz îfadeya Kizilateş girt û bi daxwaza girtinê, Kizilateş sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Kizilateş guhdar kir ew serbest berda.